Helbûsî: Nabe ti çekek li derveyî qanûn û saziyên dewletê hebe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî bi boneya bidawîhatina erkê serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, axa Iraqê nabe qada milmilaniyên herêmî û navdewletî. Herwiha tekez kir, nabe ti çekek li derveyî kontrola qanûn û saziyên fermî yên dewletê hebe.

Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî îro 30ê Îlona 2026an bi boneya "Roja Serweriya Niştimanî" û bidawîhatine erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê, daxuyaniyek belav kir û diyar kir, serweriya Iraqê ne dirûşmeke demkî ye û ne jî babetê bazar û tawîzan e, lê belê mafekî neguhêrbar û berpirsiyariyeke destûrî ye ku dikeve ser milê hemû saziyên dewletê.

Serokê Parlamentoyê destnîşan kir, Iraq welatekî xwedî serwerî ye û biryarên xwe bi vîna gelê xwe werdigire. Herwiha got: "Iraq nabe meydana yekalîkirina nakokiyan û nabe pirek ji bo êrîşkirina ser welatên din. Em bi ti rengî qebûl nakin ku ax û asmanê welatê me bibe armanca destwerdan û binpêkirinên biyanî."

Heybet Helbûsî spasiya hemû wan welatên dost kir ku di şerê dijî terorê de alîkarî dan Iraqê. Helbûsî destnîşan kir, bidawîbûna erkê serbazî ya Hevpeymaniyê nayê wateya bidawîhatina pêwendiyan, belkî ev gav veguherînek e ber bi qonaxeke nû ya pêwendiyan ku li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevbeş ava dibe.

Serokê Parlamentoya Iraqê tekez kir: Ji bo avakirina Iraqeke bihêz û aram, divê ti çekek li derveyî çarçoveya qanûnê nemîne, ti hêzek li derveyî saziyên fermî yên dewletê cih negire û ji bo parastina ewlehî û berjewendiyên gel, ti biryarek li ser biryara niştimanî re nebe.