Fermandarê Hevpeymanan: Piştî vekişîna me ti hincetek bo çekên neqanûnî nemaye

Kevin Lambert
Kevin Lambert

Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîma bidawîhatina erkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê de, Fermandarê Hevpeymanan ragihand ku hêzên wan proseya vekişîna rêkxistî ji bingeha Hewlêrê wekî dawî pêgeha Hevpeymanan temam kiriye, herwesa piştevaniya xwe bo bêtir xurtkirina desthilata dewletê û bêçekkirina kom û milîşên li derveyî qanûnê diyar kir.

Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Kevin Lambert îro Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, di nav merasîma fermî ya bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de gotarek pêşkêş kir û tê de ev qonax wekî demeka dîrokî binav kir û ragihand: "Îro Iraqê bijardeya dewletbûnê hilbijartiye û pêşengî daye parastina serweriya xwe li ser her deste û taqimeka ku gefê li aramiya welatî bike."

Fermandarê Hevpeymanan eşkere jî kir ku duhî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi rengekê rêkxistî vekişîna xwe ji bingeha leşkerî ya Hewlêrê bidawî aniye, ku wekî dawî bingeha operasyonên Hevpeymanan li Iraqê bû, ev jî piştî ku erkê serakî yê Hevpeymanan di şikandina xelafeta DAIŞê de bi rengekê serkeftî hat kirin.

Di pareka dî ya gotara xwe de, amaje da deh salên qurbanîdana hevpar a navbera hêzên Îraqî û Hevpeymanan û tekez kir ku tevî bidawîhatina erkê meydanî, pêdivî ye li beramberî xeteriyan hêj çavvekirî û şiyar bin.

Fermandarê Hevpeymanan hişyarî jî da ku nabe Iraq çavê xwe ji ti gefeka ewlehiyê bigire û got: "Dema wê yekê hatiye ku Iraq destpêşxeriya temam bike. Em bi temamî piştevaniya bizavên destbiserdegirtina çekên milîşan dikin, ji ber ku di vê qonaxê de ti hincet û behaneyek bo hebûna komên çekdar li derveyî kontrol û desthilata dewletê nemaye."

Navborî di dawiyê de jî tekez kir ku peywendiyên leşkerî yên di navbera Waşington û Bexdayê de ji çarçoveya Hevpeymaniya Piralî bo lihevkirina dualî ya ewlehî û stratejî tê veguhastin, û Amerîka dê li ser piştevaniya hêzên fermî yên Iraqê bo dabînkirina paşerojeka tena û aram berdewam be.