Etrûşî: Hevahengiya navbera hêzên federalî û Pêşmergeyan tenahiyê misoger dike

Ferhad Etrûşî
Ferhad Etrûşî

Navenda Nûçeyan (K24) – Cêgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî tekez dike ku avakirina saziyên dewletê li gorî destûrî û liberçavwergirtina hevsengiyê di navbera pêkhateyan de, xasma saziyên ewlehî û leşkerî, giringtirîn garantî ye ji bo Îraqeka tena û pêşketî.

Cêgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî îro Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, bi helkefta bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku berdewambûna hevahangiyê di navbera hêzên federalî û Pêşmergeyan de ji bo rûbirûbûna astengiyên hevpar, tenahiyê li Iraqê misoger dike.

Ferhad Etrûşî herwesa got: "Berdewambûna hevahangî û alîkariyê di navbera hêzên federalî û Pêşmergeyan de ji bo rûbirûbûna astengiyên hevpar, tenahiyê li welatî dabîn dike."

Navborî nîşan amaje jî da: “Em li beranberî qonaxeka ewlehiyê ya giring de ne, ku ligel bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî hevdem e. Vê yekê jî pêdivîtî bi bihêzkirina karînên nîştimanî û bilindkirina astê hevahangî û alîkariyê di navbera sazî û hêzên ewlehiyê yên cihêreng de heye.”

Ferhad Etrûşî tekez jî kir ku parastina serweriya Îraqê û ewlehiya welatiyan berpirsiyaritiyeka nîştimanî ya hevpar e û alîkarî û hevahangiya di navbera hêzên federalî û hêzên Pêşmergeyan de payeyeka bingehîn e di rûbirûbûna asteng û gefên ewlehiyê û bihêzkirina tenahiya Iraqê de.

Cêgirê Serokê Parlamentoya Îraqê tekez jî dike ku avakirina saziyên dewletê li gorî destûrî û liberçavwergirtina hevsengiyê di navbera pêkhateyan de, xasma jî saziya ewlehî û leşkerî, ji bo Îraqeka tena û pêşketî giringtirîn garantî ye.

Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê Elî Zeydî îro Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, di merasîma bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymanan li Iraqê de ragihand: "Îro bi rengekê fermî erkê Hevpeymanan li Iraqê bidawî hat, îro çinîna berhemê qurbanîdana gelê Iraqê ye, hêzên ewlehiyê yên Iraqê di dema borî de xwe rêk xistiye."