Ezîz Weysî: Pêşmerge bo her rûbirûbûnekê amade ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevaniyê ragihand ku hêzên Pêşmergeyan yekgirtî ne û ji bo bersivdana her astengiyekê amade ne, amaje jî da ku bihêzbûna Pêşmergeyan tenahiya Herêma Kurdistanê diparêze û li beranberî sala 2014ê, ew di warê perwerde û çekan de di asteka gelek bilindtir de ne.
Fermandarê Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevaniyê Ezîz Weysî îro, Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, tevlî geşta nûçeyan a seet 19:00 a Kurdistan24ê bû û tê de ragihand: "Em spasiya hêzên Hevpeymanan dikin ku di dema borî de berdewam alîkar û piştevanên hêzên Pêşmergeyan bûn." Herwesa got: "Parek ji koman çekdar ên Îraqê heta niha jî neçûne bin desthilata hikûmeta Îraqê."
Di derheqa amadeyî û rewşa navxweyî ya hêzan de jî, Ezîz Weysî amaje da ku Pêşmerge ji berê zêdetir perwerdeya pêşketî wergirtiye û di dema borî de gelek bizav ji bo xwerêkxistin û xurtkirina hêzan hatiye kirin.
Navborî ron jî kir: "Di dawî pêşveçûn de jî, yekgirtina hêzan bû di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê roleka mezin di yekkirin, bihêzkirin, perwerdekirin û çêkirina çeperên leşkerî ji bo hêzên Pêşmergeyan de dît."
Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevaniyê tekez jî kir ku "Li bal Pêşmergeyan, ala û ax ji canê wan bibihatir in" lê eşkere jî kir ku niha ji hemî deman zêdetir Pêşmergeyan pêdivî bi alîkarî û piştevaniyê heye, ji ber ku parastina tenahiya Herêma Kurdistanê girêdayî bihêzbûna hêzên Pêşmergeyan e. Herwesa got: "Parek ji bazirganên çavbirçî yên Îraqê, berjewendiya xwe ya taybet di şer û aloziyan de dibînin."
Li ser beranberkirina karîna niha ya Pêşmergeyan ligel sala 2014ê, Ezîz Weysî got: "Cudahiyeke mezin di navbera niha û sala 2014ê de heye; Pêşmerge di nwarê pirçekkirin û perwerdekirinê de berdewam pêş dikeve, teknolojiya leşkerî jî gelek bi lez pêş ketiye."
Fermandarê Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê tekez jî kir: "Berî van hemî tiştan jî, Pêşmerge xwediyên îradeyeka polayî û xweragir in; niha Pêşmerge yekgirtî ye û ji bo rûbirûbûna hemî astengiyan amade ye."