Sûriye: Ji ber teqînekê 3 westgehên serekî elektrîkê ji kar ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Giştî ya Elektrîkê ya Sûriyeyê ragihand ku ji ber teqîna xeteka veguhastina gazê, her sê westgehên serekî yên berhemanîna elektrîkê (Dêr Elî, Nasiriye û Tişrîn) bi temamî ji kar ketine, ji ber vê yekê jî rêjeya berhemanîna elektrîkê daketiye û dema qutbûna elektrîkê bi rengekî demkî zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya Kompaniya Giştî ya Elektrîkê ya Sûriyeyê, ew teqîn li nêzîkî bajarkê "Oteybiye"yê di xeta serekî ya dabînkirina gaza westgeha germiyê ya Tişrînê de çêbûye, ev jî rasterast bûye sedema rawestandina dabînkirina sotemeniya pêdivî bo xebitandina her sê westgehan. 

Kompaniya Giştî ya Elektrîkê ya Sûriyeyê herwesa ragihand ku agirekê mezin berbûye cihê wê teqînê û heta niha jî berdewam e, tîmên taybetmend jî di eynî demê de mijûlî kontrolkirina wê rûdanê ne.

Desteya Berevaniya Şaristanî ya Sûriyeyê jî ji aliyê xwe ve eşkere kir ku tîmên wan gihîştine cihê wê rûdanê li westgeha germiyê ya Tişrînê û di bizaveka berdewam de ne, daku wî agirî vemirînin û rêyê li ber berfirehbûna wî bigirin.

Kompaniya Elektrîkê ya Sûriyeyê ron jî kir ku jikarketina hevdem a wan her sê westgehan kêmbûneka mezin di rêjeya enerjiya berhemhatî de çê dike û seetên qutbûna elektrîkê zêde dike, herwesa tekez jî kir ku ew dê li ser belavkirina nûtirîn zanyaran di derheqa rewşa westgehan û parvekirina elektrîkê li ser welatiyan berdewam bin.