Xelîlzad: Peywendiyeke bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê pêştir ê Amerîkayê li Îraqê Zalmay Xelîlzad ragihand ku roja bidawîhatina erkê Hevpeymanan di peywendiyên Waşington û Bexdayê de rojeka giring e, lê derketina ji Hewlêrê ji bo Amerîkayiyan karêkî hêsan nebûye; tekez jî dike ku civaka navdewletî û Îraq dê rûbirûyî astengiyan bibin, eger komên çekdar li ser daxwaza Îranê red bikin ku çekên xwe danin, ew dê bibe gefeka cidî û astengiyeka giran li beranberî Elî Zeydî.
Balyozê pêştir ê Amerîkayê li Îraqê Zalmay Xelîlzad Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, bû mêvanê bernameya "Basî Roj"ê ya Kurdistan24ê, ku ji aliyê Jîno Mihemed ve tê pêşkêşkirin, û di derheqa vekişîna hêzên Hevpeymanan de got: "Îro di peywendiyên di navbera Amerîka û Îraqê de rojeka giring e.”
Zalmay Xelîlzad herwesa got: “Di derheqa encamên vê biryarê de, divê em li bendê bin daku em bizanin ka dê çi diqewime." Herwesa got: "Pirsiyar ew e ka hêzên Îraqê ji bo hilgirtina berpirsiyaritiya ewlehiyê piştî vê vekişînê amade ne an na."
Navborî behsa wê yekê jî kir ku peywendiyeka bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de heye, ji ber wê yekê jî ew li wê bawerê ye ku derketina hêzên Amerîkayê ji Hewlêrê ji bo wan karêkî hêsan nebûye.
Balyozê pêştir ê Amerîkayê li Îraqê amaje jî da ku derketina hêzên Amerîkayê ji Îraqê bi wateya bidawîhatina peywendiyan nayê, belkî divê peywendiyên leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Amerîkayê de berdewam bin, herwesa hêvî jî xwest ku ew peywendî bi rengekê baş birêve biçe, ji ber ku ji bo paşeroja ewlehiya wî welatî giring e.
Di derheqa çekê komên çekdar li Îraqê de jî got: "Eger ew kom danana çekan red bikin, ew dê ji bo Îraqê bibe gefeka cidî. Tevî ku niha hêz vekişîne jî, lê ew kom red dikin ku çekên xwe danin, ev jî dibe ku daxwaza Îranê be; herwesa Tehranê heta niha piştevaniya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo proseya çaksaziyê li Îraqê nekiriye."
Navborî behsa wê yekê jî kir ku helwesta Tehranê û karîna hêzên Îraqê ji bo rûbirûbûna gefên ewlehiyê li beranberî Zeydî astengiyên giran in; herwesa got: "Divê hêzên Îraqê bên perwerdekirin û zanyar ji wan re bên dan, daku di erkê parastina tenahiya welatî de serkeftî bin û rêveberiya gefên ewlehiyê bikin û ji bo her senaryoyeka ewlehiyê di paşerojê de amade bin."
Di pareka dî ya axaftina xwe de, Xelîlzad behsa wê yekê kir ku ji bo ku astengiyên li beranberî peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bibin, divê hemî alî pabendî destûrê welatî bin, ku vê yekê jî dê ji bo paşeroja wî welatî feyde hebe.