Elî Zeydî: Em spasiya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê dikin

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta bidawîhatina erkê Hevpeymanan û derketina hêzên biyanî ji Îraqê, Serokwezîrê Îraqê "Roja Serweriyê" ragihand û tekez kir ku Îraq ji qada hevrikiyan bo nîştimanekî xwedan-biryar tê veguhastin û divê çek tenê di destê dewletê de be.

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî îro Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, bi helkefta bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî û derketina bi temamî ya hêzên Amerîka û hevpeymanên wê ji Îraqê gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê di gotara xwe de got: "Bi helkefta roja serweriyê, em serdemeka nû radigihînin. Îraq ji qada hevrikiyan bo nîştimanekî xwedan-biryar tê veguhastin, û dê bi temamî ax û serweriya xwe biparêze."

Zeydî amaje jî da: “Îraqiyan xûkên giran dane û hejmara komên çekdar jî li welatê me çend qat zêde bû, heta ku Îraq li şûna nîştimanekî tena bo gelê xwe, bûye qadek ji bo aliyên dî.” Herwesa got: "Îro em rêzê li şehîd û birîndaran digirin û silavan li qahremanên artêş, polîs, dijeteror, Hêşda Şeibî, Pêşmerge û hemî hêzên çekdar û dezgehên me yên ewlehiyê dikin."

Elî Zeydî di gotara xwe de herwesa peyamek rasterast arasteyî komên çekdar kir, bêyî ku navê ti aliyekî bîne, û got: "Cihê çekên we û çekdarên we di nav dewletê û saziyên wê de ye. Karîn û qurbanîdanên we ji bo bihêzkirina xizmeta Îraqê ne, di çarçoveya baweriyeka nîştimanî ya yekgirtî de li bin sîwana yek alayê û yek biryara leşkerî û ewlehiyê."

Naborî herwesa got: "Hikûmet cudayiyê di navbera gelê xwe de nake, belkî karînên wan di çarçoveya qanûn û destûrî de rêk dixe. Ev bingeheka destûrî ye ku divê çek tenê di destê hikûmetê de be, axa Îraqê divê bêyî hebûna hêzên biyanî be û biryara nîştimanî jî nûnertiya hemiyan bike." Herwesa ragihand ku dilsoziya ji bo serweriyê pêdivîtî bi wê yekê heye ku em hemî serwet û samanên Îraqê biparêzin.