Dîndar Zêbarî: Rewatiya Herêma Kurdistanê di madeyên destûrî de hatiye çespandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, pêgeh û rewşa federal a Herêma Kurdistanê pişta xwe bi ti hêzeke derve ve girê nade, belkî bingeh û rewatiya xwe rasterast ji Destûra Komara Iraqê digire.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de bal kişand ser madeyên 1, 115, 116, 117, 120 û 121 ên Destûra Iraqê û da zanîn, destûrê sîstema federal a Iraqê pesend kiriye û Herêma Kurdistanê bi tevahiya desthilatên wê ve wekî herêmeke federal nas kiriye.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Zêbarî amaje bi Madeya 110 a destûrê kir ku desthilatên taybet ên hikûmeta federal di warên siyaseta derve, peymanên navdewletî, ewlehiya neteweyî û hêzên çekdar de diyar dike.

Derbarê erkên navdewletî û dosyeya mafên mirovan de, Dr. Dîndar Zêbarî tekez kir, Iraq pabendî peymanên navdewletî yên mafên mirovan û mekanîzmayên Neteweyên Yekgirtî ye. Zêbarî Mekanîzmaya Çavdêriya Serdemî ya Cîhanî (UPR) wekî yek ji amrazên sereke yên şopandina van pabendiyan binav kir.

Herwiha Zêbarî destnîşan kir ku divê raspardeyên navdewletî ji çarçoveya rapor û nirxandinan derkevin û veguherin planên kar û gavên pratîkî. Herwiha diyar kir ku ev yek jî tenê bi rêya hevahengiya berdewam a navbera Hewlêr û Bexdayê û bi hevkariya ligel Neteweyên Yekgirtî û saziyên navdewletî pêk tê.

Li dawiyê, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yê Herêma Kurdistanê aşkere kir ku peywendiya navbera Hewlêr û Bexdayê peywendiyeke destûrî û federal e; bingehê vê peywendiyê jî li ser parvekirina desthilatan, hevahengî, rêzgirtina li destûrê û pabendbûna bi sozên navdewletî ava bûye.