Li Himsê êrîşî otobusekê hat kirin: 7 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li naverasta Sûriyeyê di encama gulebarankirina otobusekê de, 7 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand, li parêzgeha Himsê ya li naverasta welêt, êrîşeke çekdarî li dijî otobuseke veguhastina sivîlan pêk hatiye. Di encamê de, 7 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku kesên di otobusê de, endazyar û xebatkarên şîrketeke sektora taybet a elektrîkê bûn.
Hêzên ewlehiyê ji bo girtin û destnîşankirina êrîşkaran dest bi lêpirsînê kirine.
Ev êrîşa li Himsê di demekê de pêk tê ku di mehên borî de çendîn êrîş û teqînên bi vî rengî li Sûriyeyê hatibûn tomarkirin. Roja 22ê Tebaxê li nêzîkî Şamê ji ber teqînekê di otobuseke hêzên ewlehiya navxweyî de, çend endamên wê hêzê birîndar bibûn.
Destpêka Tebaxê jî li devera Cermanayê ya nêzîkî Şamê, ji ber teqîna otobuseke rêwiyan, 14 kes birîndar bûbûn.