Amerîkayê qedexeya giştî ya hinardekirina çekan li ser Sûriyeyê rakir

Navenda Nûçeyan (K24) –  Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Sûriye ji lîsteya wan welatên ku ketibûn bin siyaseta "redkirina giştî" ya bo dayîna destûra hinardekirina çek, kelûpel û xizmetguzariyên berevaniyê, hatiye derxistin. 

Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn, ev biryara nû nayê wê wateyê ku hemû peymanên çekan ên bi Sûriyeyê re êdî bi awayekî otomatîk tên pejirandin. Berê hemû daxwazên bo wergirtina destûra hinardekirinê wekî prensîb dihatin redkirin; lê piştî vê sererastkirinê, wezaret dê her dosyeyekê bi tena serê xwe binirxîne û li gorî merc û rewşê biryara erêkirin an redkirina wê bide.

Ev pêngav pişta xwe dispêre siyaseta nû ya têkiliyên berevaniyê yên bi Sûriyeyê re. Ev siyaseta nû di 19ê Tebaxa 2026an de ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ve hatibû pesendkirin û ferman hatibû dayîn ku bi awayekî fermî di çarçoveya Rêziknameya Bazirganiya Navneteweyî ya Çekan (ITAR) de cih bigire.

Wezareta Derve herwiha diyar kir, şertên qanûnî yên pêwîst ji bo avêtina vê gavê hatine temamkirin; di nav wan de rakirina navê Sûriyeyê ji lîsteya "dewletên piştevanên terorê" û hilgirtina wan qedexeyan ên ku li gorî çendîn yasayên taybet ên Amerîkayê hatibûn sepandin.

Ew yasayên ku hatine hilgirtin ji Yasaya Hesabpirsînê ya ji Sûriyeyê û Vegerandina Serweriya Libnanê, Yasaya Kontrolkirina Çekên Kîmyewî û Biyolojîk û Qedexekirina Bikaranîna Wan di Şer de, her wiha Yasaya Qedexekirina Bikaranîna Zarokan di Hêzên Çekdar de pêk tên.

Ev pêngav di çarçoveya hewildanên berfireh ên Amerîkayê de tê, ji bo sivikkirina ceza û dorpêçên li ser Sûriyeyê û rêkxistina têkiliyên nû yên aborî û berevaniyê bi wî welatî re; nexasim piştî ku rejîma Beşar Esed di Berçileya 2024an de hilweşiya.