Serokwezîrê Iraqê: Biryara şer û aştiyê di destê dewletê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi daxuyaniyekê ragihand, 1ê Cotmehê destpêka qonaxeke nû û cidî ye, ji bo çareserkirina pirsgirêka çekên li derveyî kontrola dewletê. Herwiha da zanîn, Bexda dest bi kirîna sîstemên nû yên berevaniya asmanî dike û yasaya Heşda Şeibî jî ji nû ve birêk dixe.
Elî Zeydî pîrozbahî li gelê Iraqê kir, bi helkefta bidawîhatina fermî ya erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û vekişîna tevahî ya hêzên wan ên bejayî, asmanî û deryayî. Zeydî ev gav wekî destkefteke neteweyî û vegerandina serweriya tam a Iraqê binav kir û rêz li hemû wan aliyan girt ên ku di demên dijwar de li kêleka hêzên çekdar li dijî DAIŞê sekinîn.
Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku 1ê Cotmeha 2026an, destpêkeke zelal e ji bo kontrolkirina hemû çekên li derveyî kontrola dewletê li gorî nexşerêyeke destûrî, ya ku dema cîbicîkirina wê dê ji 30yê Hezîrana 2027an derbas nebe.
Zeydî aşkere kir, hikûmet li gorî destûrê tevdigere ji bo desteserkirina çekên hemû wan koman ên ku ne Iraqî ne û li ser axa Iraqê dimînin; ev jî bi armanca parastina ewlehî, aramî û kontrolkirina sînorên welêt tê kirin.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Iraq rê nade axa wê ji bo gefxwarina li hemberî ti welatekî cîran bê bikaranîn, herwiha bikaranîna axa welatên din jî ji bo êrîşkirina ser Iraqê red dike.
Zeydî destnîşan kir ku hikûmet dê piştgiriya saziyên ewlehiyê bike, bi rêya kirîna sîstemên pêşketî yên berevaniya asmanî û rêkxistina yasaya Heşda Şeibî wekî beşeke bingehîn ji sîstema ewlehiyê ya welêt, ya ku rasterast di bin fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de kar dike.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li dawiyê got: “Iraqê qonaxeke dirêj a şer û rûbirûbûna terorê li pey xwe hişt. Niha welat rû li qonaxeke nû ya bihêzkirina serweriya neteweyî, pêşxistina aborî, baştirkirina debara jiyana xelkê û dabînkirina xizmetguzariyan dike.”
Zeydî tekez kir ku ev qonax Iraqeke xwedî saziyên bihêz nîşan dide, ya ku pêwendiyên xwe yên herêmî û navdewletî li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û berjewendiyên hevseng ava dike.