Almanya: Vekişîna hêzan nayê wateya bidawîbûna peywendiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Wezareta Derve ya Almanyayê derbarê vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de ragihand, Berlîn rêzê li biryar û daxwaza Iraqê digire, lê ev pêngav nayê wateya qutbûn an bidawîhatina peywendiyan; belkî dê bi formeke nû û guncaw piştgiriya xwe ya bo sektora ewlehî û aramiya li Herêma Kurdistanê û Iraqê bidomînin.

Jêderekî ji Wezareta Derve ya Almanyayê di bersiva pirsa Kurdistan24ê de, derbarê vekişîna hêzên biyanî û peywendiyên paşerojê yên Berlînê ligel Hewlêr û Bexdayê, tekez kir ku welatê wî rêzê li biryara dewleta Iraqê ya bo vekişandina hêzên navdewletî digire, lê hevbeşî û dostaniya navbera her du aliyan dê berdewam be.

Herwiha aşkere kir, di berjewendiya hevpar a her du aliyan de ye ku rola Almanyayê li Iraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê bi formeke nû berdewam bike. Destnîşan kir jî, ev hevkarî dê bi rêya piştgirîkirina sektora ewlehiyê, xebatên sivîl ên ji bo xurtkirina aramiyê û hevkariyên di warê pêşvebirin û geşepêdanê de bê meşandin.

Di heman demê de diyar kir, ev mijar xaleke sereke ya civîn û gotûbêjên serdana 15ê Îlona borî ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bo Berlînê bû, ku li ser vexwendina fermî ya Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz pêk hatibû. Heman çavkaniyê da zanîn ku niha jî danûstandin bi hevkarên iraqî re berdewam in da ku hûrgiliyên şêwazê hevkariyê di qonaxa bê de bi zelalî bên dariştin.

Derbarê rewşa meydanî ya DAIŞê de, jêderê ji Wezareta Derve ya Almanyayê bal kişand ser wê yekê ku DAIŞ li Iraqê bi temamî lawaz bûye, kontrola wê ya li ser erdê nemaye û êrîşên wê gelekî kêm bûne.

Herwiha tekez kir jî, şiyana Pêşmerge û hêzên hikûmeta federal roj bi roj bihêztir dibe ku bi awayekî serbixwe rûbirûyî paşmayên DAIŞê bibin, her çend e ji bo parastina destkeftên bidestketî hîn jî pêdivî bi hevahengiyeke berdewam heye.