Fermangeha Pêwendiyên Derve: Em pêwendiyên xwe bi hevpeymanan re berfirehtir bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê pêşwazî li bidawîhatina erka leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Herwiha spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû wan welat û hevkarên navdewletî kir ên ku beşdarî vê helmeta dîrokî bûn.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve, ji sala 2014an vir ve şêwirmend û leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî mil bi mil li gel Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê xebitîn; piştgiriya leşkerî, perwerde, şêwirmendî, hewalgirî û pêdiviyên lojîstîk pêşkêş kirin. Ameje bi wê jî kir ku van hewlên hevpar, roleke sereke di parastina Herêma Kurdistanê, rizgarkirina navçeyan û têkbirina xaka di bin kontrola DAIŞê de lîstine.

Fermangeha Pêwendiyên Derve serbilindî û rêzdariya xwe ji bo qurbaniyên vî erkî nîşan da û tekez kir ku canbexşî, mêrxasî û birîndarbûna wan lehengên ku di vî erkî de cih girtine, dê her tim bi rêz û pêzanîneke bilind di bîra gelê Kurdistanê de bimîne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bidawîhatina erkê leşkerî ya Hevpeymanan, bi hevahengiyeke temam a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bi rê ve çûye. Her du alî tekez dikin ku ji bo rêgirtin li dubare serhildana DAIŞê û rûbirûbûna her metirsiyeke ewlehiyê, pabendî berdewamiya hevkariyê ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, dawîhatina vî erkê leşkerî nayê wateya bidawîbûna hevkariya van 12 salên borî, belkî derbasbûna bo qonaxeke nû ye. Di vê çarçoveyê de, Herêma Kurdistanê çaverê dike ku hevkariyên ewlehî û leşkerî bi rêya mekanîzmayên guncaw ên dualî û piralî berdewam bin.

Herwiha hat xwastin ku ev qonax bibe dergehek ji bo pêşxistina peywendiyên berfirehtir di warên dîplomasî, aborî, bazirganî, veberhênan, perwerde, geşepêdan û teknolojiyê de.

Di dawiya daxuyaniyê de, Fermangeha Pêwendiyên Derve tekez kir ku gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her tim deyndar û spasdarê vê piştgirî û hevkariya berdewam a welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî bin.