Pêla sermayê Bakurê Kurdistanê girt: Berfa yekem a demsalê bariya

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi destpêkirina werza payîzê û daketina berbiçav a pileyên germayê re, pêleke sermayê navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistanê girt bin bandora xwe û li bilindahiyan yekem berfa demsalê bariya.

Li parêzgeha Wanê, li deverên bilind ên navçeya Elbakê berf bariya û Çiyayê Çêpê bi temamî spî xemilî. Barîna vê berfê ya li bilindahiyan, bû sedem ku li navenda bajarê Wanê jî germahiya hewayê bi awayekî berbiçav dakeve.

Hevdem li parêzgeha Erzeromê jî pileyên germayê bi şev heta 9 pileyên bin sifirê daketin. Di encama vê pêla sermayê de, li lûtkeya Çiyayê Çeqmaqê jî yekem berfa demsalê bariya û serê çiyê spî bû.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, keşûhewaya li seranserê herêmê dê bi ewr be; herwiha pêleke baranê ligel birûskê dê piraniya navçeyên Bakurê Kurdistanê bigire bin bandora xwe.

Keşnasiyê bal kişand ser wê yekê ku li gelek herêman baran dê bibare û tê pêşbînîkirin ku pileyên germayê jî ji asta asayî ya vê werzê kêmtir bibin.

Ji ber egera rabûna lehiyê, bilindbûna asta avê û astengiyên di trafîk û çûnûhatinê de, saziyên pêwendîdar hişyarî dan welatiyan ku li hemberî her rewşeke neçaverêkirî baldar û bi tedbîr bin.