Trump: Egera êrîşeke nû li ser Îranê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, êrîşeke nû ya leşkerî li dijî Îranê wekî “bijardeyek û egera vekirî” dimîne. Trump herwiha da zanîn ku Tengava Hurmizê bi temamî di bin kontrola Amerîkayê de ye.
Donald Trump di hevpeyvînekê ligel kovara Amerîkî “Time” de got: “Îran niha di rewşeke gelekî xirab de ye û aboriya wê bi tevahî herifiye û hilweşiyaye.” Trump diyar kir, Îranî bi xwe daxwaza rêkeftinekê dikin, lê belê Amerîka rêkeftineke “rasteqîn û mayînde” dixwaze.
Derbarê redkirina pêşniyara herî dawî ya Îranê ya ji bo agirbestê, Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ew pêşniyara ku salek berê red kiribû, îro jî bi ti awayî qebûl nake.
Trump bal kişand ser wê yekê ku Îranê pêşniyarek ji bo vekirina Tengava Hurmizê pêşkêş kiriye, lê ji ber ku tenê beşeke kêm a pêşniyarê dîtiye û ew pêşniyar hemû aliyan li xwe nagire, ev yek ji bo wan têrê nake.
Li ser dema destpêkirina egera êrîşan, Trump aşkere kir ku dibe piştî hilbijartinên navberê yên li Amerîkayê, êrîşên li dijî Îranê ji nû ve dest pê bikin.
Serokê Amerîkayê herwiha ew raporên ku behsa kêmbûna cebilxane û çekên Amerîkayê dikin red kirin û got: “Welatê me xwediyê cebilxaneyeke gelekî mezin a çek û teqemeniyê ye û embarên me di asteke bilind de tije ne. Li gorî planê jî beşek ji van çekan dê li ser hevalbendên me bên dabeşkirin.”
Trump da zanîn jî, duh Çarşemê, Amerîkayê mezintirîn birê petrolê di dîrokê de bi rêya Tengava Hurmizê veguhestiye û got: “Amerîkayê Tengava Hurmizê li pêşberî Îranê girtiye û niha kontrola tevahî ya wê tengava stratejîk di destê me de ye.”