PDK tekezî li ser kontrolkirina çekan û serweriya niştimanî ya Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê bi helkefta bidawîhatina fermî ya erkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û ragihandina “Roja Serweriyê”, daxuyaniyek belav kir. Fraksiyonê ev pêngav wekî “westgeheke dîrokî ya bo bidestxistina serweriya tam a Iraqê” binav kir.

Fraksiyona PDKê di daxuyaniya xwe de pêzanîn û spasiyeke kûr pêşkêşî hemû wan welat û hêzên navdewletî kir ên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de bûn û diyar kir: “Wan welatan di qonaxên herî dijwar ên Iraqê de û di destpêka derketina terora DAIŞê de, destê hevkariyê dirêjî Iraq û Herêma Kurdistanê kirin; mil bi milê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê di çeperên rûbirûbûna terorê de cih girtin û qurbanî dan.”

Derbarê paşeroja siyasî û aramiya welêt de, Fraksiyona PDKê tekez kir, serweriya rasteqîn û aramiya mayînde ya li Iraqê, tenê bi bihêzkirina serweriya yasa û saziyên dewletê û berhevkirina hemû çekan di bin banê damûdezgehên fermî de misoger dibe. Herwiha destnîşan kir ku divê “biryara şer û aştî û biryarên çarenivîsî yên niştimanî tenê di destê desthilata rewa ya dewletê de bin.”

Hevdem hat diyarkirin ku ji bo parastina destkeftiyên di warê ewlehî û rûbirûbûna terorê de, pêwîst e peywendiyên dostane û hevseng ên ligel civaka navdewletî berdewam bin û hevpariya stratejîk bê pêşxistin. Fraksiyona PDKê her wiha amaje bi pêwîstiya hebûna hevahengiyeke xurt û hevkariyeke piralî ya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Iraqeke aram, xwedî biryara serbixwe û pêşketî, tenê di bin sîbera pabendbûna bi destûrê, hevpariya rasteqîn di desthilatê de, liberçavgirtina maf û şayeteyên hemû pêkhateyên welêt û dûrketina ji nakokiyên navxweyî û aloziyên herêmî pêk tê; ev bingeh jî dibe stûna sereke ya avadankirin û aramiya hemû axa Iraqê û Herêma Kurdistanê.