Dengê çend teqînan li Bexdayê hat bihîstin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şevêdî dengê çend teqînên yek li dû yekê li devera Doreyê hat bihîstin, ku ji embareka kûr a bin-erd a Lîwaya Aşûrayê ya girêdayî Heşda Şeibî derketibûn, ev jî di demekê de ye ku hêzên ewlehiyê ti amarên fermî di derheqa zirarên canî û madî de ranegehandine.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan derengê şeva borî Pêncşem, 1ê Cotmeha 2026ê, got ku li devera Doreyê ya bajarê Bexdayê, dengê çend teqînan di embareka çek û teqemeniyan a çekdarên Heşda Şeibî de hatine bihîstin, ku bi "Lîwaya Aşûrayê" tê nasîn.

Li gorî zanyarên ewlehiyê, ew embar bi kûrahiya çend metreyan di bin erdê de hatiye çêkirin û hejmareka zêde ya çekên navîn û giran tê de bûn. Bo dema çend seetan dengê çend teqînên bihêz ji nav wê embarê hatiye bihîstin û tirs û dilgiranî di nav xwecihên wê deverê de çê kiriye.

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku heta wê demê jî sedema rûdana teqînan bi temamî nediyar bû û ron nebûye ka ji ber êrîş û bombebaranê bûye an di encama pirsgirêkeka teknîkî û xemsariya di rengê embarkirina teqemeniyan de rû daye.

Herwesa dezgeh û aliyên ewlehiyê yên Îraqê yekser rêkarên ewlehiyê li derdora cihê wê rûdanê bi cih anîn; lê heta niha ti ronkirinên fermî di derheqa sedeman de nedane û amarên zirarên canî û madî jî ji bo xelkî belav nekirine.