Hêzên HSDê: Erkê me hîn parastina axa me ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî bidawîbûna perwerdeya Kolêja Leşkerî, şervanên Lîwaya Sêyê ku berê şervanên HSDê bûn tevlî artêşa Sûriyeyê bûn û niha li Hesekeyê meşq û rahênanan ji bo parastina axa Sûriyeyê dikin.

Piştî bidawîbûna perwerdeya Kolêja Leşkerî, niha şervanên Feyleqa Duyê ya Lîwaya Sêyê meşq û rahênanên xwe dikin. Ew şervanên Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bûn, niha yên artêşa Sûriyeyê ne lê erkê wan her parastina axa welatî ye. Lîwaya ku ji hezar û 300 şervanan pêk têli çiyayê Kewkebê li devera Hesekeyê cihê xwe digire.

Artêşa Sûriyeyê ji nû ve ava dibe, pê re jî sîstemeka leşkerî tê damezrandin. Lîwaya Hesekeyê li sê cihan di nav wê parêgehê de belav dibe; çiyayê Kewkeb û her du bingehên Qesrik û Til Bêderê, ku berê du bingehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bûn.

Tevlîbûna her sê lîwayên parêzgeha Hesekeyê bidawî bû, niha jî lîwaya Kobanê li gundên Şamê ye û perwerdeya xwe dibîne. Vê rengî jî hejmara şervanên lîwayan di artêşa Sûriyeyê de digehe 500 hezar û du sed şervanan. Ligel wê yekê jî, têkelbûna pişkên din ên leşkerî berdewam e.

Lîwaya Sêyê ya artêşa Sûriyeyê ji nav refên Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) tevlî artêşa Sûriyeyê bûne. Piştî bitir ji dehan salan di ser şerê DAIŞê re, niha erkê parastina hemî axa Sûriyeyê avêtiye ser milê xwe.