Mêşvanekî Akrê: Yek kîloya Xwarina Mîrî gihîştiye 10 milyon dînarên Îraqî

Navenda Nûçeyan (K24) – Mêşvanekî devera Akrê amajeyê dide giringiya " Xwarina Mîrî" di karê mêşvaniyê de û radigihîne ku ji ber kêmpeydabûn û feydeyîên wê yên zêde ji bo saxlemiyê, bihayê yek grama wê gihîştiye 10 hezar dînaran û yek kîloya wê jî bi 10 milyon dînarên Îraqî tê firotin.

Mêşvanê bi navê Ebdilcebar Sadî ji gundê Gundikî yê ser bi devera Akrê ve di derheqa karê xwe de ragihand ku ew ji sala 1998ê ve mijûlî karê mêşvaniyê ye û ji sala 2015ê û vir ve dest bi berhemanîna Xwarina Mîrî kiriye. Wî mêşvanî da zanîn jî ku ev xwarin hemî salan nayê bidestxistin û hinek salan gelek kêm e an jî her nîne, lê îsal mişe û zêde heye.

Ebdilcebar Sadî balê dikişîne ser feydeyên wê yên dermanî û dibêje ku ew bo hemî nexweşiyan tê bikaranîn, lê bi tena serê xwe nayê xwarin û divê di nav hingivînî de bê tevlîkirin. Ji ber giringiya wê ya mezin di warê saxlemiyê de, bihayê wê gelek giran e; yek grama wê bi 10 hezar dînarên Îraqî ye û yek kîlo jî bi 10 milyon dînaran e.

Ew mêşvan Amajeyê dide şeş gramên wê û di derheqa awayê bikaranînê de dibêje: "Divê ev şeş gramên Xwarina Mîrî tevlî 125 gramên hingivînî bên kirin û baş bên têkvedan. Paşê di dema 21 rojan de hemî spêdehiyan dema mirov ji xewê radibe, divê mirov kevçiyekî wê bixwe û sê seetan ti tiştan di dû wê re nexwe."