Rufatên 25 qurbaniyên fermana Şingalê radestî kesûkarên wan hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Careka dî dengê hawar û gaziyan li Şingalê bilind bû. Di rêweresmekê de li Monumenta Solaxê li Şingalê, 25 rufatên qurbaniyên fermana Şingalê ya sala 2014ê radestî kesûkarên wan hatin kirin. Ev jî di demekê de ye ku zêdetir ji 500 rufatên gorên bikom li Pizişkiya Dad li Bexdayê mane û ev zêdetir ji 4 salan e ku kesûkarên wan li bendê ne.
25 rufatên gorên bikom li ser milan ber bi monumenta qurbaniyan li Solaxê ve hatin veguhastin û kesûkarên wan rufatan bi xem û kovaneka mezin ve wan hembêz dikin. Ev rufat piranî yên jin û mêrên biemir in, lê ciwan û sinêle jî di nav wan de hene, ku ev gera nehê ya veguhastin û radestkirina wan bo kesûkarên wan e.
Ebdila Şêrîn ku yek ji kesûkarên qurbaniyan e ragihand: “Ev 12 sal in ku hêstirên çavên dayikan nesekinîne, her û her şînî ye û hêstiran dibarînin. Her roj li me 3ê meha 8ê ye û sala 2014ê ye, ji ber ku her heyamekê komeka van rufatan tê û dîsa birîna me vedike. Birîna me derman nabe ji ber ku karê me dirêj e û bi mixabinî ve hikûmetê û dinyayê jî vê dawiyê ha ji me nîne.”
Ji destpêka proseya vekirina gorên bikom li Şingalê li sala 2021ê heta niha, zêdetir ji 500 rufatan li Pizişkiya Dad li Bexdayê mane û nehatine naskirin, herwesa 18 gorên bikom jî li Şingalê hîn nehatine vekirin, tevî ku 12 sal di ser fermana Şingalê re derbaz bûne.
Berpirsê Rêkxistina Bedrîkorê ya Mafên Mirovan li Şingalê Xêrî Birahîm jî da zanîn: “Niha bitir ji 600 rufatan li Rêveberiya Pizişkiya Dad li Bexdayê mane ku ji 78 gorên bikom hatibûn derxistin. Gîrobûn di karê Rêveberiya Pizişkiya Dad û Rêveberiya Gorên Bikom de heye. Ew dibêjin ku sedem nebûna xerciyê ye û gelek ji xwedanên wan qurbaniyan jî çûne derveyî Îraqê.”
Ev zêdetir ji pênc salan e ku rewşa kesûkarên qurbaniyan bi vî rengî ye; her heyamekê çend rufat ji Bexdayê tên veguhastin û careka dî birînên Şingalê nû dibin. Hêviya kesûkarên qurbaniyan ew e ku bi zûtirîn dem ew rufatên ku li Bexdayê mane bo Şingalê bên veguhastin daku bên veşartin.