19emîn Festîvala Tirî û Hinguv li Dihokê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê 19emîn Festîvala Salane ya Tirî û Hinuv bi beşdariya 80 cotkar û mêşvanan dest pê kir. Berpirsên çandiniyê radigihînin ku berhema îsal a tirî û hinguv li gorî sala borî zêdebûneke berbiçav bi xwe ve dîtiye.

Festîval îro şemiyê 3yê Cotmehê 2026an dest pê kir û biryar e sê rojan berdewam bike. Deriyê festîvalê rojane ji saet 11:00ê sibehê heta derengiya şevê li ber welatî û mêvanan vekirî ye. Ji bo vêxistina berheman û firotina rasterast ji xelkê re, 80 kon û keper ji bo 80 cotkar û hinguvvanan hatine amadekirin.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê Ehmed Cemîl di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber barîna baş a baranê û dirêjbûna werzê biharê, berhema çandiniyê gelekî pêş ketiye. Cemîl da zanîn: “Îsal berhema tirî gihiştiye 80 hezar tonî, di demekê de ku par 60 hezar ton bû; anku 20 hezar ton zêde bûye. Her wiha berhema hinguv jî gihiştiye 300 tonî û li gorî sala borî ku tenê 100 ton bû, sê qat zêde bûye.”

Derbarê hatina xelkê û geştiyaran de, Rêveberê Çandiniyê yê Diuhokê diyar kir, par zêdetirî 35 hezar geştiyaran serdana festîvalê kiribûn, lê ji ber zêdebûn û cûrbecûriya berheman, pêşbînî dikin ku îsal ev hejmar gelekî zêdetir bibe.

Parêzgeha Dihokê wekî yek ji girîngtirîn navendên berhemanîna çandiniyê li ser asta Herêma Kurdistanê tê naskirin û xwedî mezintirîn qebareya berhema tirî ye. Li gorî amarên Fermangeha Baxdariyê ya Dihokê, li seranserî parêzgehê zêdetirî 39 hezar donim zevî bi darên mêwan hatine çandin. Bi taybetî herêmên Mangêşk û Zawîteyê li ser asta Kurdistanê bi berhemanîna tiriyê herî biqalîte navdar in.

Li sînorê parêzgehê zêdetirî 100 cûreyên tirî tên berhemanîn; ji wan ên herî diyar: tiriyê reş, kemalî, tayfî, reşmîrî û zerk in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, salane di dema pêgihîştina berhemên navxweyî de, hawirdekirina tirî ji derveyî welêt qedexe dike da ku cotkarên herêmê zirarê nebînin û berhemên wan bi hêsanî bên firotin.

Herwiha ji bilî firotina rasterast di festîvalê de, li parêzgeha Dihokê du kargehên mezin ên wergirtina tirî û berhemanîna ava fêkiyan (şerbetê) hatine vekirin, da ku ti beşek ji berhema cotkaran bêyî bikaranîn nemîne û bibe piştgiriyek bo aboriya navxweyî.