Li Bexdayê 28 kes bi tohmeta madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Bexdayê amara çalakiyên 15 rojên borî aşkere kir û ragihand, wan hejmareke mezin a gumanbaran bi tohmetên cuda desteser kiriye, ku di nav wan de 28 bazirgan û firoşkarên madeyên hişbir hene.

Fermandariya Operasyonên Bexdayê îro 3ê Cotmehê di daxuyaniyekê de diyar kir, hêzên wan ên hevbeş di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê yên pêşwext de, ji bo bihêzkirina aramiya navçeyê operasyonên berfireh encam dane. Di encama van operasyonan de, ew kesên ku li gorî madeyên cuda yên yasayî dihatin xwestin, hatine girtin.

Fermandariyê da zanîn, ji bilî desteserkirina wan 28 tohmetbarên madeyên hişbir, çendîn kesên din jî bi tohmeta encamdana sextekariyê û hilgirtina çekên bêdestûr hatine desteserkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat aşkerekirin, hêzên ewlehiyê 15 welatiyên biyanî jî girtine, ji ber ku wan rêzik û mercên mafê mayînê (nişticihbûn) û yasayên niştecîbûnê binpê kiribûn.

Di çarçoveya van operasyonan de, hêzên ewlehiyê dest danîne ser hejmarek çek, teqemenî û kelûpelên leşkerî yên bêdestûr. Hevdem hejmarek otombêl û motorsîkletên ku rêkar û yasayên hatûçûnê binpê kiribûn jî hatine desteserkirin.

Fermandariya Operasyonên Bexdayê tekez kir, ev operasyon û rêkarên ewlehiyê bi mebesta çespandina serweriya yasayê, xurtkirina aştî û aramiyê û parastina destkeftên ewlehiyê li seranserî tax û navçeyên paytextê bi berdewamî tên cîbicîkirin.