Li Zaxoyê Festîvala Bazirganî û Xwarinê derfetên kar ji bo sedan ciwanan dabîn kirin
Zaxo (K24) – Li bajarê Zaxoyê festîvaleke berfireh a bazirganî û xwarinê bi beşdariya dehan kompanî, berhemhêner û xwedîkaran dest pê kir. Çalakî ji bo vejandina aboriya bajêr, danasîna berhemên navxweyî û peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan bûye pêngaveke berbiçav.
Di çarçoveya festîvalê de, gelek malbat bi hev re kar dikin û cûreyên cuda yên xwarinên kevneşopî yên kurdewarî pêşkêşî mêvan û geştiyaran dikin. Şêf Nesrîn Ebdulqadir ku di festîvalê de xwarinên herêmî amade dike, ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand: “Ev cureyên festîvalan derfeteke gelekî baş in, da ku em xwarinên kurdewarî bi xelkê bidin naskirin. Hevdem ji bo malbata me jî çavkaniyeke baş a dahat û debara jiyanê ye.”
Ji aliyê xwe ve Heyhat Xewace ku ew jî şêfekî din ê beşdar e, diyar kir ku xelk pêşwaziyeke gelekî germ li xwarinên xwemalî dike û got: “Serdaner bêtir berê xwe didin wan kosp û cihan ku xwarinên tendurist û yên bi destan hatine çêkirin difiroşin.”
Derbarê asta beşdarî û armanca festîvalê de, Rêkxistinkarê Festîvalê Nîwar Silêman ji Kurdistan24ê re da zanîn,nêzîkî 50 kompanî û markeyên cuda tevlî vê çalakiyê bûne.
Silêman her wiha anî ziman ku bi vekirina vê festîvalê re, di navbera 150 heta 200 derfetên kar ên rasterast ji bo keç û xortên Zaxoyê hatine dabînkirin, ku ev yek di kêmkirina asta bêkariyê de li herêmê dibe alîkarekî baş.
Bajarê Zaxoyê di Îlona sala 2021ê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve wekî îdareyeke serbixwe hat ragihandin. Ev biryar bû sedem ku proseya avedankirin û geşepêdana aborî li bajêr leztir bibe.
Di heyama salên borî de, Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê giringiyeke mezin daye sektorên geştiyarî û bazirganiyê. Bi taybetî nûjenkirina Pira Delal a dîrokî û çêkirina projeya Kornîşa Zaxoyê bûne sedem ku salane bi sed hezaran geştiyar ji parêzgehên naverast û xwarê yên Iraqê berê xwe bidin vî bajarî.