Li Tirkiyeyê 51 kes bi tometa DAIŞê hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, li dijî DAIŞê operasyonek hatiye lidarxistin û di operasyonê de 51 kes hatine binçavkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê îro 3ê Cotmehê ragihand, li 16 bajarên Tirkiyeyê operasyonek li dijî DAIŞê hatiye lidarxistin û di encamê de 51 kes hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku operasyon li dijî kesên ku endamên DAIŞê ne, pêwendiyên wan bi DAIŞê re heye, bi rêya rêxistinan alîkariya darayî bo DAIŞê kom kirine û bi rêya medyaya civakî bangeşiya rêxistina DAIŞê kirine hatiye, li darxistin.