Li Silêmaniyê navendeke nûjen ji bo zarokên otîzmê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê navendeke taybet ji bo rahênan û perwerdekirina zarokên otîzmê û yên xwedî pirsgirêkên geşebûnê hat vekirin. Navend li gorî pîvanên navdewletî hatiye damezrandin û bi hevahengiyeke temam a ligel malbatan kar dike.

Navenda nû dê bi bernameyeke taybet perwerdeyê bide zarokan û her hefte derbarê pêşketina zarokan de, raporên birêkûpêk pêşkêşî mamoste û malbatan bike. Herwiha heke zarokek li derveyî navendê jî rastî astengiyekê werin, bi hemahengiya malbatê çareseriya pêwîst jê re dibînin.

Rêveberê navendê Şiwan Qadir got: "Em bi rêya sîstema Amerîkî ya 'VB-MAPP'ê nirxandinê ji bo zarokan dikin ku ev cara yekem e li ser asta Iraqê bi vî awayî zarok tên nirxandin. Bi rêya vê sîstemê tê destnîşankirin ka zarok pêdiviya xwe bi çi cûre rahênanê heye û divê em ji kîjan astê dest pê bikin."

Qadir herwiha anî ziman ku piştî derketina encamên nirxandinê, ew ligel dê û bavên zarokan rûdinên, da ku armancên sereke destnîşan bikin û gavan bi hevre bavêjin.

Hêro Mehmûd, dayika zarokekî otîzmê ku tevî lawê xwe Bendîn serdana beşên cihê yên navendê kiribû, ji Kurdistan24ê re behsa zehmetiyên jiyana xwe kir û got:
"Tiştê ku ev navend dikare bike, dê û bav li malê nikarin ji zarokê xwe re peyda bikin. Rast e divê dayik û bav alîkar bin, lê belê ew sê-çar saetên ku zarok li navendê derbas dike, bêhnekê dide malbatê, da ku karibin xwe bigihînin kar û pirsgirêkên din ên jiyanê."

Wê dayikê herwiha amaje bi wê yekê kir ku ji ber giraniya bargiranî û zehmetiyên rojane, ji sedî 90ê malbatên xwedan zarokên otîzmê ji civakê dûr dikevin

Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku zarokên otîzmê tenê pêdiviya wan bi fêrbûna akademîk nîne, lê di heman demê de hewceyî fêrbûna şarezayiyên jiyana rojane ne. Li vê navenda nû dê çavdêriya berdewam li ser fêrbûna rojane ya zarokan were kirin.

Di salên dawî de li Herêma Kurdistanê girîngiyeke zêdetir bi vekirina navendên otîzmê hatiye dayîn. Li gorî amarên dawî, niha li seranserê Herêmê 72 navendên taybet bi otîzmê hene ku 14 ji wan navendên hikûmî ne û xizmeta zarokên otîzmê dikin.