Parêzgarê Dihokê: Ew darên tên birîn li nav axa Tirkiyeyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter ragihand, ew darên di dîmenên torên civakî de tên dîtin li nav axa Tirkiyeyê hatine birîn, ne li Herêma Kurdistanê. Teter diyar kir, barhilgir wan daran bi rêya deriyê sînorî yê Serzêrê derbasî Herêma Kurdistanê dikin.

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter îro 4ê Cotmehê di konferanseke rojnamevanî de li ser nûçeyên birîna daran daxuyanî da û got, hemû belge li ber destê wan in ku nîşan didin cihê birîna daran li kûrahiya axa Tirkiyeyê ye. Teter destnîşan kir, rojane hejmarek barhilgir bi rêya deriyê sînorî yê Serzêrê wan daran tînin nav Herêma Kurdistanê û ev prose li ber çavên xelkê herêmê û gundiyên sînorî birêve diçe.

Parêzgarê Dihokê da zanîn, piştî belavbûna wan nûçeyan, hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî Hikûmeta Federal a Iraqê lêkolîneke hûr li ser vê mijarê kirin. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku her çend salên borî li hin deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dar hatibin birîn jî, lê îsal cihê birîna daran ji sînoran dûr e û li kûrahiya xaka Tirkiyeyê ye.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Elî Teter spasiya xelkê xemxur ê jîngehê kir, lê xwast ku dîmenên li ser torên civakî bi baldarî bên şopandin: "Heke hûn bala xwe bidin topografiya deverê, awayê rêyan û plakeyên tirimbêlan, bi zelalî diyar e ku ew cih ne nav axa Herêma Kurdistanê ne, belkî ew tirimbêl ji Tirkiyeyê tên nav Herêmê."

Di dawiya axaftina xwe de, Parêzgarê Dihokê daxwaz ji welatiyan kir ku bi nûçeyên torên civakî neyên xapandin û got: "Her rojnamevan an welatiyekî ku gumanên wî hebin, dikare serdana deriyê sînorî yê Serzêrê bike û rasterast ji xelkê herêmê yan şofêrên barhilgiran bipirse ka ew dar ji kîjan herêmê û ji kîjan dûrahîyê tên veguhastin."