Ukrayna û Almanyayê peymaneke leşkerî îmza kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê ragihand ku welatê wî peymanek ligel Almanyayê îmza kiriye, ji bo dabînkirina dron û kelûpelên leşkerî ligel piştevanîkirina sektora enerjiyê, ev jî ligel serdaneka ranegihandî ya Şêwirmendê Almanyayê bo Kiyêvê bi merema tekezkirina piştevaniyên Ewropayê hevdem e.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyy îro Yekşem, 04ê Cotmeha 2026ê, li ser tora civakî ya “X”ê belav kir ku welatê wî û Almanyayê peymanek bi bihayê 1.5 milyon dolaran îmza kiriye.
Zelenskyy amaje jî da ku bi merema bersinggirtina êrîşên Rûsyayê, ew peyman dabînkirina dron û kelûpelên leşkerî vedigire, hevdem Almanya piştevaniya sektor û jêrxaneya enerjiyê ya Ukraynayê jî dike; ku di vê dawiyê de bi merema birîna elektrîkê û pêdiviyên germkirinê di zivistanê de Rûsyayê êrîş kiriye ser wan.
Ev jî di demekê de ye ku Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz bi merema tekezkirina piştevaniya Ewropayê li beranber zêdebûna êrîşên vê dawiyê yên Rûsyayê bo ser Ukraynayê bi serdaneka ranegihandî gehişt Kiyêvê, ligel wê serdanê jî zenga hişyarkirinê li tevahiya bajarî hat bihîstin.
Zelenskyy bermayiyên êrîşên Rûsyayê yên li ser saziyeka akademî nîşanî Merz da û Şêwirmendê Almanyayê di vî warî de ragihand: "Bi vê êrîşê bo me diyar dibe ku ev ceng gelek bêmana ye." Merz behsa wê yekê jî kir ku divê ev êrîşên hovane yên li ser welatiyan rawestin û got: “Tiştê ku rojane li vê derê diqewime tawana cengî ye.”