Îsraîl û Amerîka amadekariyan bo îhtîmala zêdebûna alozayan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi merema amadekariyan bo dijwarbûna rewşa deverê, Amerîkayê nêzîkî 3.000 serbazên xwe li Îsraîlê binecih kirine û amadekariyan bo peymaneka leşkerî ya 2.8 milyar dolarî dike, Îsraîl jî xwe ji bo cengeka ji nîşkê ve amade dike.

Malpera Wallayê ya Îsraîlî îro Yekşem, 04ê Cotmeha 2026ê, li ser bingeha çavkaniyên ewlehiyê belav kir ku artêşa Amerîkayê niha nêzîkî 3.000 serbazên xwe li Îsraîlê cîgir kirine. Wê çavkaniyê ron jî kir ku livîn ji bo behêzkirina hêz û balafirên cengî yên Amerîkayê li Îsraîlê di çend hefteyên bê de dê berdewam bin.

Wê malperê eşkere jî kir ku erkê serbazên Amerîkayî li Îsraîlê sîstemên berevaniya asmanî, balafirvanan, herwesa tîmên piştevaniyê û xizmetkariyên lojîstîkî vedigire. Pêştir Wallayê ji zarê berpirsekî bilind ê ewlehiyê yê Îsraîlê belav kiribû ku hevahengiya di navbera artêşa Îsraîlê û Amerîkayê de ligel gehiştina zêdetir hêzên Amerîkayê bo Rojhilata Navîn bi rengekê pilebendiyê zêde dibe, ev jî bi armanca kêmkirina wî demî ye ku ji bo veguhastinê ji rewşa asayî bo rewşa awarte pêdivî ye.

Ji aliyekî dî ve jî, Kanala 12ê ya Îsraîlî di 28ê Îlona borî de eşkere kiribû ku du balafirên dî yên cengî yên girêdayî Amerîkayê li bingeha asmanî ya Ovdayê di nav Îsraîlê de dadaye. Hevdem raport behsa wê yekê dikin ku îdareya Amerîkayê xwe amade dike, ji bo temamkirina peymaneka çek û teqemeniyan bi bihayê 2.8 milyar dolaran bo Îsraîlê, ku bi dehan hezar bomb û kelûpelên cengî vedigire.

Hevdem artêşa Îsraîlê ragihand ku stratejiyekê dadine ku bingeha wê ya serekî amadebaşî ye ji bo cengeka ji nîşkê ve. Artêşê tekez jî kir ku ew di amadebaşiyeka berdewam de ne, ji bo rêgirtina li her rûdaneka çaverênekirî û amadekariyan ji bo îhtîmalên rûdana wan.

Li beranber wê yekê jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump pêncşema borî behsa îhtîmala destpêkirina bombebaraneka dijwar li ser Îranê kir, ev jî piştî hilbijartinên nîva xolê li Amerîkayê ku biryar e di Mijdara bê de bê birêvebirin.

Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibata 2026ê de êrîşek kiribû ser Îranê. Li beranberî wê yekê jî, Îranê bersiv dabû wê û çend êrîş kiribûn ser Îsraîlê û wan welatên Kendavê yên ku mêvandariya bingehên leşkerî yên Amerîkayê dikin.