Lord Ashcroft: Ez hêvîdar im gelê Kurd bigehe xewna mezin a serxwebûnê

Lord Michael Ashcroft
Lord Michael Ashcroft

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar û bazirganê diyar ê Brîtanyayê Lord Michael Ashcroft piştî serdana xwe bo Hewlêrê eşkere kir ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê nîgeraniyeka kûr li ser metirsiyên paş vekişîna hêzên Amerîkayê diyar kirine; bi rengekî ku Serok Barzanî hişyarî ji dubarebûna senaryoya serhildana DAIŞê daye û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekez kiriye ku Bexda rêgiriyê li wan dike da ku sîstema berevaniya asmanî bo berhingarbûna êrîşên dronî bi dest bixin.

Endamê Encûmena Lordan a Brîtanyayê Lord Michael Ashcroft îro Yekşem, 04ê Cotmeha 2026ê, piştî serdaneka çarrojî bo Hewlêrê, di gotarekê de bala xwe da ser rewşa siyasî û ewlehî ya Herêma Kurdistanê û metirsiyên paş vekişîna hêzên Amerîkayê.

Ashcroft di derheqa hevdîtina xwe ya ligel Serok Barzanî de nivîsiye: "Serok Barzanî, tevî spasiyê bo alîkariyên dîrokî yên Brîtanyayê û Rojava, nîgeraniya xwe ya zêde diyar kir ku tundrê paş vekişîna hêzên Amerîkayê bizava kontrolkirina deverê bidin û ji min re got: Tirs li ba min heye ku senaryoya hatina DAIŞê ya sala 2014ê dubare bibe, lê tekez jî kir ku eger em neçar bibin berevaniyê di xwe de bikin, em dê heta henaseya dawiyê şer bikin."

Di berdewamiya gotara xwe de, Lord Ashcroft behsa civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û nîgeraniyên Serokwezîr di derheqa êrîşên dronî û mûşekî veguhastine, ku heta di meha Tebaxê de cihê mana xwe jî bi dronan hatibû amanckirin.

Li gorî gotara Ashcroft, Mesrûr Barzanî ji wî re ragihand: "Em daxwaza xêr û bexşînê an anîna hêzên leşkerî yên biyanî nakin, lê li beranber êrîşên asmanî û dronan em bi temamî bêberevanî ne; ne Hikûmeta Îraqê bi xwe berevaniya asmanî bo me dabîn dike û ne jî rêyê dide ku em bi xwe bikirin."

Ashcroft herwesa amaje da axaftineka Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ku di derheqa rewşa Îraqê de gotiye: "Sune ji ya borî ditirsin, Şîe ji paşerojê ditirsin, lê Kurd ji ya borî, niha û paşerojê jî ditirsin."

Wî siyasetmedarê Brîtanî matmayîna xwe bi astê avadaniyê, pêşveçûna aboriyê, pirçandiyê û pêkvejiyana aştiyane li Hewlêrê nîşan daye û wekî mêrgeka aram û modern di nav gêleşoka deverê de bi nav kiriye, û li dawiyê jî piştevaniya xwe ya temam bo mafê rewa yê gelê Kurd di diyarikirina çarenivîs û bidestxistina serweriya nîştimanî tekez kiriye.