Mistefa Ebdî: Piştî valakirina xaniyan, vegera bo navenda Serê Kaniyê jî dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya amadekariyên vegerê de, karwaneke din a koçberên Serê Kaniyê ber bi warê xwe ve bi rê ket. Hat ragihandin ku piştî gundan, vegera xelkê bo navenda bajêr jî dest pê dike.

Endamê Tîma Serokatiyê ya erkdarkirî bi cîbicîkirina peymana 29ê Çileyê, Dr. Mistefa Ebdî, derbarê mekanîzmaya vegerê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Li gorî amadekariyên hatine kirin, koçber vedigerin ser malên xwe. Niha ew kesên ku xelkê gundan in tên vegerandin û di demeke nêzîk de jî, dê ew koçberên ku xelkê navenda bajaran in werin vegerandin."

Dr. Mistefa Ebdî bal kişand ser metirsiya mezin a mîn û teqemeniyan li herêmê û destnîşan kir ku rûberekî berfireh li derdora Serê Kaniyê hatiye mînkirin.

Herwiha da zanîn ku tîmên pîşesazî û endezyariyê yên girêdayî fîrqeya 60î ya artêşê karê paqijkirina mîn û bombeyan bi rê ve dibin û wiha got: "Duh raporeke wan gihişte destê min; mixabin hîn jî tîm di nava mal û xaniyan de rastî mînan tên. Xebatên tîman bi awayekî bêrawestan ji bo paqijkirina hemû deverê berdewam dikin daku canê welatiyan parastî be."

Derbarê vegera xelkê bo nava bajarê Serê Kaniyê de, Mistefa Ebdî diyar kir, her gava lîsteyên wan kesên dixwazin vegerin û cih û malên wan vala ne amade bibin, dê proseyê vegera wan bê destpêkirin.

Li ser pirsgirêka wan xaniyên ku niha ji aliyê koçberên din ve hatine bicihkirin, Mistefa Ebdî aşkere kir: "Ji bo wan xaniyên ku koçber tê de ne, komîteyeke taybet hatiye avakirin û kar li ser çareserkirina vê pirsê dike, daku ew xanî bên valakirin û di dawiyê de her kes vegere ser milk û mala xwe."