Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga derçûna xwendekarên Zankoya Dihokê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûna gera 31emîn a xwendekarên Zankoya Dihokê ya sala xwendinê ya 2025-2026an tê lidarxistin.

Merasîma derçûnê êvara îro 5ê Cotmeha 2026an li Yarîgeha Dihokê birêve diçe. Ji bo amadekarî û rêkxistina bernameyê, rêveberiya Zankoya Dihokê daxwaz ji hemû derçûyan kiriye ku saet di 15:00an de li cihê diyarkirî amade bin. Her wiha malbat û kesûkarên xwendekaran jî bo vê pîrozbahiyê hatine vexwendin.

Li gorî amarên zankoyê, îsal bi giştî 3 hezar û 98 xwendekar ji 31 beş û 95 pişkan der diçin. Ji van beşan, 70 beş ji bo xwendina danê sibê û 25 beş jî yên xwendina êvaran in.

Her wiha hate ragihandin ku proseya damezrandinê hemû 3 hezar û 98 xwendekarên derçûyî li xwe digire; di vê çarçoveyê de pişkê herî mezin bo beşên perwerde û tenduristiyê hatiye terxankirin.