Mesrûr Barzanî û Balyozê Almanyayê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – D hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Almanyayê yê li Iraqê de, tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî hat kirin û aliyê Almanî jî piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê Daniel Krober kir. Her du alî li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê di warên curbicur de hevnêrîn bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo hevkariyan û piştgiriya Almanya û hêzên hevpeymanan anî ziman. Balyozê Almanyayê jî tekezî li ser berdewamiya piştevanî û hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re kir.

Herwiha bal hate kişandin ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dê bibe parçeyek ji her hevtêgihîştineke dualî ya ku di paşerojê de di navbera Almanya û Iraqê de bê îmzekirin. Di beşeke din a hevdîtinê de jî, guhertin û pêşhatên herî dawî yên li Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.