Trump bo K24ê: Ez amade me ligel Îranê danûstendinên rasterast bikim

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di bersiva pirsyara peyamnêrê Kurdistan24ê de ragihand ku ew ji bo danûstendinên rasterast ligel Îranê amade ye, di eynî demê de pêşbînî jî dike ku Tehran dîsa êrîşî welatên cîran bike.

Di bersiva pirsyara peyamnêrê Kurdistan24ê de li ser îhtîmala danûstendinên ligel Tehranê, Serokê Amerîkayê îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê, tekez kir ku ew ji bo danûstendinên rasterast ligel berpirsên Îranê amade ye. 

Serokê Amerîkayê di bersiva pirsyareka dî ya yek ji rojnamewanan de di derheqa wê yekê de ka ew difikire ku Îran dîsa êrîşî cîranên xwe bike? Trump bi kurtî got: "Belê, ez li wê bawerê me ku Îran dê dîsa êrîş bike."

Di derheqa liv û tevgerên leşkerî û parastina kelûpelên cengî yên artêşa welatê xwe, Trump amaje da: "Çend metirsî li ser balafirên me li bingehên leşkerî yên Amerîkayê hebûn, lewma me ji bo cihekî dûrtir veguhastin." Di derheqa aloziyên Deryaya Sor û Yemenê de jî got: "Operasyonên me yên dijî Hûsiyên Yemenê gelek baş bi rê ve diçin."

Donald Trump bal kişand ser pirsa enerjiyê û ragihand: "Me rêjeyeka zêde ya petrolê ji Tengava Hurmizê anî derve, niha jî em karekê gelek baş dikin daku nirxê gazê kêm bikin."

Ji aliyekî dî ve jî, Serokê Amerîkayê êrîş kir ser helwest û siyasetên Kanadayê li beranber Waşintonê û got: "Kanadayê serederiyeka gelek xirab ligel Amerîkayê kiriye; ew di dema van çend salên borî de ligel me rastgo nebûn."