Zeydî derbarê çekên koman de hişyariyê dide serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çarçoveya Hevahengiyê bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê civiya. Li gorî zanyariyan, di civînê de behsa hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hatiye kirin û hişyarî hatiye dayîn ku divê komên çekdar di dema diyarkirî de çekên xwe radest bikin.

Jêderekî agahdar ji civîna Çarçoveya Hevahengiyê ji Kurdistan24ê re ragihand; Serokwezîrê Iraqê di civînê de behsa serdana xwe ya dawî ya bo Amerîkayê û hevdîtina xwe ya ligel Donald Trump kiriye.

Li gorî heman jêderî, Serokwezîr tekezî li ser piştevaniya komîta danûstandinan a ligel komên çekdar kiriye, da ku bigihin rêkeftineke dawî bo radestkirina çekên wan koman. Herwiha hişyariyeke tund daye serkirdeyên siyasî ku eger di dema diyarkirî de pabendî vê biryarê nebin, ev yek dê encamên xirab ên aborî, siyasî û ewlehiyê bi xwe re bîne.

Derbarê mijara hikûmet û budceyê de, wî jêderî da zanîn ku Çarçoveya Hevahengiyê dixwaze budceya giştî ya welêt di zûtirîn demê de were pejirandin.

Li ser mijara temamkirina kabîneya hikûmetê jî hate diyarkirin; eger aliyên Sunne berbijêrên xwe yên wezaretan yekalî bikin û pirsgirêkên navxweyî yên Çarçoveya Hevahengiyê werin çareserkirin, vê hefteyê dê li parlamentoyê deng li ser berbijêran were dayîn û kabîneya hikûmetê were temamkirin.

Di civîna heftane ya Çarçoveya Hevahengiyê de ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî tê de amade bûn, behsa rewşa darayî û aborî ya welêt hate kirin.

Li gorî daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê, di civînê de tekezî li ser meşandina siyaseteke xurt a diravî û geşepêdanê hatiye kirin, bi awayekî ku xizmeta aramiya aborî bike û rasterast bibe sedema bilindkirina asta debara xelkê Iraqê û başkirina xizmetguzariyên giştî.