Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî 7emîn Pêşangeha HITEXê li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê (HITEX) li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, deriyên xwe li pêşberî mêvanan vedike.

Peyamnêra Kurdistan24ê da zanîn, îro 6ê Cotmeha 2026an, saet 10:00ê sibehê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hejmarek ji berpirsên hikûmetê û Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Mistefa Sened, merasîma vekirina pêşangehê li Parka Samî Ebdilrehman birêve biçe.

HITEX ku wekî 6emîn mezintirîn pêşangeha teknolojiyê li Rojhilata Navîn tê nasîn, îsal ji bo 7emîn sala li pey hev tê lidarxistin û dê çar rojan berdewam bike. Pêşangeh dibe pireke pêwendiyê û navenda komkirina kompanyayên teknolojiyê yên navxweyî û cîhanî, da ku nûtirîn berhem û destkeftiyên xwe bi taybetî di warê "Zîrekiya Destkird" (AI) de nîşan bidin.

Di pêşangeha îsal de nûtirîn amûr û dahênanên serdemê tên pêşandan; di nav wan de robotên mîna mirovan (humanoid), dronên agirvemirandinê, dronên taybet ên vedîtin û pûçkirina mînan û gelek amûrên din ên aqilmend cih digirin.

Rêxêkerên pêşangehê pêşbînî dikin ku di heyama van çar rojan de nêzîkî 50 hezar kes serdana pêşangehê bikin. Di heman demê de, 150 kompanyayên cuda ji nêzîkî 15 welatên cîhanê berhemên xwe pêşkêş dikin.

Pêşangeha HITEXê salane dibe derfetek bo afirandina derfetên kar bo ciwanan. Her wiha îsal piştgiriyeke taybet ji bo karsaziyên biçûk hatiye dabînkirin û herêmeke taybet ji bo nêzîkî 30 karsaziyên biçûk hatiye veqetandin.

Li perawîza merasîma vekirina pêşangehê, biryar e Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Mistefa Sened serdana Wezareta Veguhestin û Gehandinê ya Herêma Kurdistanê bike û ligel Wezîrê Veguhestin û Gehandinê yê Herêmê Ano Cewher bicive û çend pirs û dosyayên hevbeş ên di navbera her du aliyan de gotûbêj bikin.