Li Stenbolê Rojên Nasandina Meletiyê bi rê ve çûn

Stenbol (K24) – Nêzî nîv milyon xelkê Meletiya bakurê Kurdistanê li Stenbolê dijî û ji bo wan festîvala xwarin û xwerakên Meletiyê hate lidarxistin. Hemî berhemên xwemalî yên Meletiyê hatin nasandin û kedkar ji bazara germ razî bûn û xelkê Meletiyê jî keyfxweş bû ku gihiştibû xwarin û xwerakên bajarê xwe. 

Xwarin û xwerakên herî diyar ên Meletiyê di festîvala rojên Meletiyê de li Sultangaziya Stenbolê hatin nasandin. Ji fêqî û keskatiyên wekî tirî, tamata û îsot, heta penîr, nîvişk û qelî, ji hingivîn heta tehînê bi sedan cûn berhemên xwemalî yên Meletiyê hatin firotin. Stêrka bazarê bêgûman Mijmij ango Zerdelî bûn, ku Meletî bi vî fêqîyî navdar e.

Îlkay Çolakoglu yê kedkar di vî warî de got: “Xalê Pala ku kesatiyekî rengîn ê bajarokê Arapgirê yê Meletiyê ye, yek dinya fêqî û keskatiyên herî bitam ên bajarê xwe anîbû Stenbolê.”

Dogan Karaçay yê kedkar jî ragihand: “Em ji bajarokê Arapgirê yê Meletiyê tên vê derê. Me ji 13 bajarok û 508 gundên Meletiyê fêqî, keskatî û xwerak anîn. Spas ji Xudê re, bazara me germ e. Niha Payîz e û dem dema çêkirina tirşiyê ye û xelkê me zêdetir keskatî dikirin. Daxwazeke zêde bo tiriyan jî heye. Hûn dizanin Meletî ne tenê bi mişmişên xwe, bi tiriyên Arapgir û Potûrgeyê jî navdar e.”

Yek ji mêvanên festîvalê derhênerê navdar ê Kurd Ganî Rûzgar Şavata bû û hevbajariyên wî pêşwaziyeke germ lê dikir. Ganî yê derhêner ji K24ê re ragihand: “Meletiyan jî bo çend rojan be jî xerîbiya bajarê xwe ji bîr kir û ji ber vê gelek keyfxweş bûn.”

Li Stenbolê nêzî nîv milyon xelkê Meletiyê dijî û piraniya wan karê bazirganiya xwerak, çerezat û kincan dikin. Bajar bajarê Kurdan e, 95% ji pişkdarên festîvalê Kurd in lê rêkxerên festîvalê carek jî mûzîka Kurdî nedan guhdarîkirin.