Bahçeli: Divê Erdogan careka dî xwe bo postê serokkomariyê berbijar bike

Devlet Bahçeli
Devlet Bahçeli

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê MHPê Devlet Bahçeli ragihand ku daku Recep Tayyip Erdogan careka dî mafê xweberbijarkirinê hebe, divê Parlamento biryarê li ser nûkirina hilbijartinan bide û di sala 2028ê de ev prose bi rê ve biçe.

Serokê Partiya Bizava Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli îro Sêşem, 06ê Cotmeha 2026ê, di dema civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da: "Divê Serokkomar Erdogan careka dî bibe berbijar û bê hilbijartin.”

Bahçeli herwesa got: “Di vê qonaxê de welatî pêdivîtî bi ezmûn û îradeyê heye. Di rêya peydakirina 'Tirkiyeyeka bê teror û devereka bê teror' de, pêdivîtiya me bi guherîna arasteyê nîne, belku divê rewşa niha bê arastekirin û birêvebirin."

Serokê MHPê herwesa behs kir: "Divê Serokkomar Erdogan careka dî li ser erkê xwe berdewam be. Berbijarbûn û serkeftina wî di hilbijartinan de hez û daxwaziya me ye, berbijarbûna wî dê di berjewendiya Tirkiyeyê û hemî devera me jî de dibe."

Di dawiya axavtina xwe de, Devlet Bahçeli tekez kir: "Divê li parlamentoyê biryar li ser nûkirina hilbijartinan bê dan û di sala 2028ê de hilbijartin bên kirin, daku tenahî berdewam be; bi vê pêngavê jî nepiştrastî ji holê radibe û welatê me bi hemî pêt û gur ve berdewamiyê bi rêya xwe dide."