2 sal di ser pêvajoyê re derbaz bûn: Hîn jî navê pêvajoyê yekalî nebûye

Diyarbekir (K24) – Du sal di ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê re derbaz bûn lê hîn jî mijara navê wê pêvajoyê yekalî nebûye, ku parek ji akademîsyenan dibêjin ku ev pêvajo ne pêvajoya çareseriya pirsa Kurdan e û bo armancek din dest pê kiriye, parek ji siyasetmedaran jî balê dikêşin ser wê yekê ku hîn jî aliyên pêvajoyê negihiştine lihevkirineke giştgir û tê gotin ku pêvajo di qonaxeke gelek hestyar de ye û divê hemî alî baldar bin.

Di Cotmeha sala 2024ê de bi banga Serokê MHPê Devlet Bahçeli pêvajoyek nû dest pê kiribû, ku aliyê dewlet û desthilatê navê Tirkiyeya Bêteror li pêvajoyê kirin û Dem Partiyê bi hevdîtinên rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve girêdayî ji pêvajoyê re Avakirina Civaka Demokratîk gotin.

Her çiqas heta niha rêwresmek çekşewitandinê hatibe kirin, komîsyonek hatibe avakirin û yasayek hatine derxistin jî parek ji akademîsyenan balê dikêşin ser wê yekê ku pêvajo ji bo armancek cuda tê meşandin.

Akademîsyenê Pişka Zanistên Siyasî yê Zanîngeha Dîcleyê Vedat Koçal di vî warî de got: “Pêvajo ji bo guherîna rejîmê tê bikaranîn. Nîşaneya wê ya herî xurt jî ew e ku cara yekê ye bicihanîna yasayê bi lijneya ewlekariya neteweyî ve tê girêdan, ango saziya hatî hilbijartin bi saziya hatî tayînkirin ve tê girêdan.”

Vedat Koçal herwesa ragihand: “Pêvajo li ser sê xalan dimeşe, Ocalan, Bahçeli û Dem Partî, li ser van sê xalan jî wek baranê zanyar dibarin, Dem Partî tê bikaranîn, parlementerên Dem Partiyê jî ji bo ku feydeyî ji derfetên parlementeriyê werbigirin pêvajoyê dimeşînin.”

Navborî tekez jî kir: “Tirkiye ber bi mîlîtarîzmê ve diçe, ez bawer nakim PKKyî vegerin, ji xwe PKKê çek bernedaye, tiştek bi navê çareseriya pirsa Kurdan jî xuya nake, behsa ziman jî nakin, behsa nasnameyê jî nakin.”

Siyasetmedarên Kurd jî di derheqa pêvajoyê de dibêjin ku hêviya wan ew e bi awayekî mayînde çek ji holê rabin û pirsa Kurd çareser bibe, lê dema li pêşhatên heta niha dinihêrin nîşaneyên xurt ji bo çareseriya pirsa Kurdan xuya nakin.

Serokê Partiya Însan û Aazadî Ahmet Kaya jî got: “Aliyê bipirsgirêk ê vê pêvajoyê ew e ku Kurdan bi xwe ji xwe re hêvî çê kirin ku ji xwe dewlet ji bo pêvajoyê dibêje Tirkiyeya Bêteror, aliyek dibêje zebeş aliyek dibêje sêv, aliyê Kurd dibêje avakirina Civaka Demokratîk, van şert û mercan çawa civaka demokratîk ava dibe.”

Akademîsyen dibêjin ku dewlet û desthilat bi pêvajoyê berjewendiyên xwe diparêzin, siyasetmedar dibêjin aliyê pêvajoyê, yek dibêje Tirkiyeya Bêteror yek dibêje civaka demokratîk û pirsa Kurdan paşguh dibe.