Li Kerkûkê erdhejek bi hêza 3.5 pileyî çêbû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê parêzgeha Kerkûkê erdhejek bi hêza 3.5 pileyî li gorî pîvana Rîxterê rû da.
Desteya Keşnasiyê û Çavdêriya Erdhejzaniyê îro 7ê Cotmeha 2026an ragihand, wan erdhejek li herêmeke bi dûriya nêzîkî 25 kîlometreyan li bakurê bajarê Kerkûkê tomar kiriye.
Rêveberê Beşa Çavdêriya Erdhejan li Desteyê Elî Ebdulxaliq da zanîn, erdhej serê sibehê saet di 07:30î de rû daye. Ebdulxaliq her wiha diyar kir ku tîmên wan ên çavdêriyê ji nêz ve liv û tevgerên erdhejzaniyê dişopînin, daku piştrast bibin ku di saetên bê de paşhejên din çênabin.
Her di vê çarçoveyê de hat piştrastkirin ku ji ber vê erdhejê ti ziyaneke canî yan madî negihîştiye herêmê û ti zanyariyek li ser zirarê nehatiye tomarkirin.
Li navçeyên cuda yên Kerkûkê dem bi dem çalakiyên erdhejê tên tomarkirin û westgehên pispor ên ser bi desteyê ve bi berdewamî rewşa deverê dişopînin.