Kerkûk.. Endezyarên neftê yên bêkar dest bi grevê kir: Daxwaza damezrandinê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan endezyarên di warê neft, sotemenî û enerjiyê de li bajarê Kerkûkê dest bi grevê kirin û çalakiyeke nerazîbûnê lidar xistin. Çalakvan daxwaz dikin ku mafê wan ê damezrandinê were dayîn û di bûdçeya giştî ya Iraqê ya sala 2027an de beşa tayînkirina wan bê misogerkirin.

Îro 7ê Cotmeha 2026an, zêdetirî 400 endezyarên ku derçûyên beşên pîşesaziya neftê ne, li ber baregeha Kompaniya Nefta Bakur a li rojavayê Kerkûkê li hev civiyan û bi awayekî hêmin û sivîl nerazîbûna xwe nîşan dan. Ev zêdetir ji deh caran e ku ev ciwan ji bo heman daxwazê dadikevin qadan.

Di nava çalakvanan de kesên ji sala 2012an heta 2024an derçûne hene, ku hin ji wan zêdetirî 10 sal in li benda derfeta kar û damezrandinê ne. Ciwanan bi zimanê erebî dirûşm û pankart bilind kirin ku li ser wan hatibû nivîsandin: "Daxwaza me ya rewa û heq, cîgirkirina mafê me yê damezrandinê ye di bûdçeya giştî ya Iraqê ya sala 2027an de."

Endazyarekî ku beşdarî çalakiyê bûye diyar kir: "Em wekî derçûyên endezyariya neft û sotemeniyê ji piranîya derfetên tayînkirinê hatine bêparkirin. Pisporiya me ne wekî beşên din e ku em karibin li cihekî din kar bikin; ji bilî qada xwe em nikarin li cihekî din kar bikin. Di nava wan 7 hezar pileyên karmendiyê yên ku berê hatibûn îlankirin de, para endezyarên neftê ewqas kêm bû ku bi tiliyên destan dihatin jimartin. Ji ber wê em dixwazin di bûdçeya 2027an de bendeke fermî ji bo me were terxankirin."

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, çalakiya endezyaran bêyî ti alozî didome. Hêzên polîsê federal yan hêzên ewlehiyê yên din neçûne qadê û tenê polîsên parastina sazî û bîrên neftê li ber deriyê şîrketê çavdêriya rewşê dikin.