Qaymeqamê Hewlêrê: Buhayê kelûpelên berê hatine kirîn nayê zêdekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê ragihand, komîteyên wan ên çavdêriyê ji nêz ve bazarê dişopînin û ew ê nehêlin ti kes bihabûna dolar wekî hincet bikar bîne û nirxê kelûpelan zêde bike. Hat tekezkirin ku qedexe ye buhayê wan kelûpelên berê hatine kirîn bê zêdekirin.

Qaymeqamê Navendî yê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd îro 7ê Cotmeha 2026an, di daxuyaniyekê de diyar kir ku hemû komîteyên çavdêriya bazarê hatine erkdarkirin, da ku rê li ber giranbûna neheq a kelûpelan bigirin.

Nebez Ebdulhemîd got: "Kîjan bazirganê ku heta duh kelûpel kirîbin, mafê wî nîne wan bi buhayekî girantir bifiroşe welatiyan; tenê ew kelûpelên ku îro çarşemê hatine kirîn dê li gorî nirxê nû yê bazarê bên firotin." Herwiha destnîşan kir, ji îro pê ve tîmên çavdêriyê dê serdana dikan û bazaran bikin û dê fatûre û pişkinînên kirîna kelûpelan bi hûrgilî kontrol bikin.

Derbarê biryara Banka Navendî ya Iraqê ya li ser guhertina nirxê diravî de, Qaymeqamê Hewlêrê anî ziman ku ev pêngav zirarê dide rewşa jiyana welatiyan û dibe sedema zêdebûna bihayê pêdiviyan, lê ew ê wekî qaymeqamiyet hemû hewldanên xwe bikin, daku bazarê kontrol bikin û nehêlin kes vê rewşê li ser pişta welatiyan bike firsend.

Bi bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî re, hinek firoşkar hewl didin bihayê hemû pêdiviyan zêde bikin, tewra yên ku berê bi nirxekî erzantir ketine destê wan jî. Ji bo pêşîlêgirtina vê keysbazî û qorkariyê, qaymeqamiyetê zext û pişkinînên xwe zêdetir kirine daku kesên sûdê ji vê rewşê werdigirin bên cezakirin.

Ev biryar û hişyariya Hewlêrê di demekê de tê ku Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya asayî de, biryar dabû nirxê danûstandina dînar li hemberî dolar biguhere û nirxê firotina her dolarekî ji bo welatiyan wekî 1,520 dînar hat diyarkirin, ku ev biryar ji îro pê ve ket warê cibicîkirinê.