Rewangeha Kesk a Iraqê: Pêlên tozbaranê di zivistanê de jî dewam dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Kesk a Iraqê di raporekê de ragihand, pêlên tozbaranê û bagerên qûmê dê di demsala zivistanê de jî li seranserê Iraqê berdewam bikin. Diyar kir jî, ji sedî 23ê xaka welêt bi temamî rûbirûyî çolbûnê bûye.
Rewangehê îro 7ê Cotmeha 2026an, di rapora xwe ya herî dawî de aşkere kir ku pêlên tozbaranê yên demên dawî, ji ber zêdebûna liv û tevgera çavkaniyên navxweyî yên Iraqê rû didin. Hevdema vê yekê, bandora neyînî ya welatên cîran jî rewşa jîngehî ya Iraqê hîn aloztir kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, berdewamiya tozbaranê nîşan dide ku zeviyên çolbûyî û yên ku hatine piştguhkirin hîn jî di lûtkeya çalakiya xwe de ne, ku ev rûber zêdetirî ji sedî 23ê temamiya xaka Iraqê pêk tîne. Rapor destnîşan dike ku baran û lehiyên werzî jî nekarîne rê li ber vê diyardeyê bigirin; ji ber ku bêyî vejandina çandiniyê li wan zeviyan, kontrolkirina tozbaranê ne gengaz e.
Di beşeke din a raporê de hat aşkerekirin, ji ber şeş navendên çalak ên li deverên cuda yên Iraqê, bagerên qûmê derbasî welatên cîran jî bûne. Rewangehê rexne li gavên hikûmetê girt û da zanîn ku tevî axaftin û projeyên pir ên li ser çêkirina "kembera kesk" û darçandinê li çend parêzgehan, li ser erdê ti encameke berbiçav xuya nake û ev gav nebûne sedema kêmkirina tofanên tozê.
Rewangeha Keska Iraqê hişyarî da, ev bager bandoreke metirsîdar li ser tenduristiya welatiyan dikin, nemaze li ser wan kesên ku nexweşiyên bêhntengiyê pê re hene. Ameje bi wê jî kir, tofana xweliyê metirsiyeke mezin e û di paşerojê de dibe sedema tûşbûna bi nexweşiya penceşêrê; ji ber ku gerdîleyên tozê madeyên jehrî ji wan deverên qirêjbûyî hildigirin ku jê radibin.