Jûrên Bazirganiyê yên Kurdistanê: Bihabûna dolar barê ser milê welatiyan girantir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesazî yên Herêma Kurdistanê ragihand, biryara ji nişka ve ya hikûmeta Iraqê ya ji bo bilindkirina nirxê dolar, bêyî liçavgirtina rewşa jiyana welatiyan hatiye wergirtin û dê bandoreke neyînî ya giran li ser bazar û debara xelkê bike.

Serokê Jûrên Bazirganî û Pîşesazî yên Herêma Kurdistanê Geylan Hacî Seîd îro 7ê Cotmeha 2026an, di konferansekî rojnamevanî de bal kişand ser biryara nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê guhertina nirxê dînar li hemberî dolarê Amerîkî.

Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya asayî de, biryar dabû ku nirxê fermî yê firotina her dolarekî bo sûdmend û welatiyan wekî 1,520 dînar were diyarkirin, ku ev biryar ji îro pê ve çûye warê cîbicîkirinê.

Geylan Hacî Seîd derbarê vê pêngavê de got: "Ev biryar pir ji nişka ve bû; diviyabû beriya niha bazirgan û welatî bihatana agahdarkirin. Biryar bêyî berçavgirtina rewşa bazarê û guzeraniya xelkê hatiye standin û dê rasterast bibe sedema bihabûna wan kelûpelên ku ji derve tên hawirdekirin."

Serokê Jûrên Bazirganiyê her wiha da zanîn, hejmareke mezin a bazirganan di van çend rojên borî de hewaleyên diravî kirine û ev guherîna qulipî zirarên mezin digihîne wan. Ji ber vê yekê wî bang li hikûmeta federal û Banka Navendî ya Iraqê kir ku çavê xwe li vê biryarê bigerînin; heke biryar were bicihanîn jî, divê bi awayekî gav bi gav be, daku şokeke aborî li bazarê peyda nebe.

Di dewama axaftina xwe de, Geylan Hacî Seîd tekezî li ser prensîba dadmendiyê kir û anî ziman: "Eger ev bihayê nû were pejirandin, divê Banka Navendî bi awayekî wekhev dolar li ser hemû bazirganên Iraq û Herêma Kurdistanê dabeş bike. Nabe ku bazirganên me ji kirîna dolarê fermî bêpar bimînin, ji ber ku cudahiya nirxê fermî û bazara azad dê bandoreke gelek xerabtir li Herêma Kurdistanê bike."

Di dawiyê de, Serokê Jûrên Bazirganiyê peyamek arasteyî bazirganên navxweyî yên Herêmê kir û daxwaz ji wan kir ku wekî erkekî niştimanî û berpirsiyariyekê, buhayê wan kelûpelên ku berê bi nirxê erzan hawirde kirine zêde nekin, daku di vê rewşa hestiyar de barê ser milê welatiyan hê girantir nebe.