Bloomberg: Îraq petrola xav bi rêya Sûriyeyê hinarde dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo derbazbûna ji xeteriyên ewlehiyê yên Tengava Hurmizê, Îraq û Sûriye gihîştin lihevkirinê ku petrola xav a Îraqê bi rêya karwanekî mezin ê tankeran bo bendera Banyasê ya li ser Deryaya Navîn bê hinardekirin. Rêveberê Kompaniya Petrolê ya Sûriyeyê jî eşkere kir ku di nîva vê mehê de ev prose dest pê dike.
Rêveberê Bicihanînê yê Kompaniya Petrolê ya Sûriyeyê Yûsif Qîblawî îro Çarşem, 07ê Cotmeha 2026ê, di hevpeyvînekê de ligel ajansa Bloombergê ragihand ku hikûmeta Îraqê daxwaz ji Şamê kiriye ku di hinardekirina petrola xav bi rêya bejahiyê de alîkar be, mîna wê petrola reş ku niha bi tankeran tê veguhestin.
Qîblawî herwesa got: "Ez pêşbînî dikim ku hinardekirina petrola xav a Îraqê bi rêya Sûriyeyê di zûtirîn dem de dest pê bike, ji ber ku lihevkirina di navbera her du hikûmetan de nêzîkî bidawîhatinê ye û em hêvîdar in ku di nîva vê mehê de karwanê yekê yê tankeran bigehe nav axa Sûriyeyê."
Ev pêngava Bexdayê piştî wê yekê tê ku xeterî û êrîşên deryayî li Tengava Hurmizê berdewam in û Îraq bizavê dike ku dahata xwe ya petrolê ji rawestanê biparêze. Niha rojane nêzîkî hezar tankerên petrola reş a Îraqê bo bendera Banyasê vediguhêzin, ku her tankerek 220 bermîlan vedigire. Qîblawî pêşbînî jî kir ku bo petrola xav jî rojane bi kêmî ve hezar tankerên dî yan zêdetir bên bikarxistin, ji ber zêdehiya rêjeya petrola xav.
Kompaniya Petrolê ya Sûriyeyê li bendera Banyasê depoyên girêdayî 'embarkirina petrola xav a Îraqê dabîn dike, daku piştre li keştiyên navdewletî yên petrolê bên barkirin. Tevî ku ev rêje pareka kêm a tevahiya hinardeya rojane ya Îraqê (nêzîkî 2.7 milyon bermîlan) pêk tîne, lê wek rêyeke pêguherk û bilez feyde jê tê wergirtin.
Herwisa di Havîna borî de Bexda û Şamê nûjenkirina boriya kevn a petrolê ya di navbera her du welatan de (boriya Kerkûk - Banyasê) nîqaş kirine û biryar e di çaryeka yekê ya sala bê de kar bo çalakkirina wê boriyê dest pê bike, daku bibe xeteka herdemî bo kêmkirina piştbestina Îraqê bi Tengava Hurmizê.