Ziryanên leşkerî yên Amerîkayê li hember Îranê 3.3 milyar dolar derbas kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Raporteke nû ya Saziya Lêkolînan a Kongreya Amerîkayê (CRS) aşkere kir, di heyama heft mehên borî yên şer û pevçûnên li gel Îranê de, 81 firoke, helîkopter û dronên Amerîkayê ketine xwarê yan jî zirarên mezin dîtine. Têçûna darayî ya van ziyanan bi 3.3 milyar dolarî tê texmînkirin.
Rapora ku di vê mehê de hatiye nûkirin da zanîn ku ligel gihîştina zanyariyên zêdetir, egera bilindbûna van hejmaran heye. Di amadekirina raporê de pişta xwe bi zanyariyên Wezareta Ceng ê Amerîkayê (Pentagon), Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), lêkolînên Lêkolerê Giştî yê Leşkerî û raportên medyayê ve girêdane.
Li gorî tomarên fermî yên ku ji 28ê Sibatê ve hatine destpêkirin, derba herî giran li dronên pêşkeftî yên cureya "MQ-9 Reaper" ketiye; bi vî awayî heta niha 45 dronên ji vî rengî ji dest çûne.
Di rêzbenda zirarên hêza asmanî ya Amerîkayê de ev balafir cih digirin:
- 12 firokeyên cengî yên F-15E Strike Eagle (ku sê ji wan di meha Adarê de li asmanê Kuweytê bi "agirê hevalbendan" – şaşîtî – ketine xwarê)
- 1 firokeya pêşkeftî ya F-35A Lightning II
- 2 firokeyên cureya A-10 Thunderbolt II
- 7 firokeyên cureya KC-135 (yên taybet bi dabînkirina sotemeniyê li asman)
- 1 firokeya cureya E-3 Sentry (ya taybet bi çavdêrî û hişyarkirina pêşwext a asmanî)
Rapora Kongreyê hişyariyê dide li ser zexta zêde ya li ser bingeha pîşesaziya berevaniyê ya Amerîkayê û gumanê dixe ser şiyana Pentagonê ya bo qerebûkirin û bicihkirina lezgîn a kelûpelên ji dest çûne.
Her wiha li gorî texmînên Ofîsa Bûdceyê ya Kongreyê, lêçûna vî şerî ya mehane di navbera 2 heta 3 milyar dolarî de ye. Heta 3ê Îlonê lêçûna giştî ya şer gihiştiye derdora 44 milyar dolarî ku %60ê vî pereyî tenê ji bo kirîna bombe, mûşek û cebilxaneyê hatiye veqetandin. Pispor hişyarî didin ku bi tundbûna pevçûnan re dê ev lêçûn hîn bêtir bilind bibin.