Tirkiye amadekariya şandina hêzên leşkerî bo Siûdiyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye di çarçoveya «Peymana Parastinê ya Mekkeyê» de amadekariyan dike ku hêzên xwe yên leşkerî bişîne Erebistana Siûdiyê. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, ji bo saziyîkirina vê rêkeftinê gavên girîng hatine avêtin.
Wezareta Berevaniyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê hûrgiliyên civîna Lijneya Stratejîk a Siyasî û Parastinê ya taybet bi Peymana Parastinê ya Mekkeyê aşkere kirin. Ev civîn roja 5ê Cotmeha 2026an, li Riyadê, paytexta Siûdiyê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê, di civînê de pêşhatên herêmî û rêkarên parastina bikom hatine nirxandin. Her wiha pêkhateya destpêkê ya desteya sekreteriyê û çarçoveya hevkariya di warê pîşesaziya berevaniyê de hatine diyarkirin û bi vî rengî ji bo bisazîkirina peymanê gavên berbiçav hatine avêtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, aliyan li ser berdewamkirina hevahengiyê di warên siyasî, îdarî, leşkerî û pîşesaziya parastinê de lihev kiriye. Hat diyarkirin ku ev hevahengî, li gorî têgihiştina hevbeş û di çarçoveya yasa û rêkarên neteweyî yên welatên beşdar de tê meşandin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da zanîn, hemû rêkarên pêwîst ji bo dabînkirin û bicihkirina wan hêz û şiyanên leşkerî yên li ser xaka Siûdiyê ku berê li ser wan lihevkirin çêbûbû, hatine gotûbêjkirin. Enqereyê tekez kir ku proseya dabînkirina hêz û şiyanên leşkerî, li gorî bingehên destûr û qanûnên berkar ên Tirkiyeyê birêve diçe.
Peymana Mekkeyê çi ye?
Di meha Tebaxa sala 2026an de, her sê welatên Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê peymaneke sêalî ya bi navê «Peymana Parastinê ya Mekkeyê» îmze kiribû. Ev peyman li ser bingeha parastina hevbeş hatiye avakirin û mîna bendên Hevpeymaniya NATOyê kar dike; bi awayekî ku her êrîşeke li dijî yek ji van hersê welatan, wek êrîşeke li ser hemûyan tê hejmartin.
Di destpêka meha Cotmeha 2026an de, piştî gurbûna êrîşên mûşekî û dronî yên Hûsiyên Yemenê li dijî cihên hestiyar û binesaziya aborî ya Siûdiyê, nûnerên van sê welatan li Riyadê civîneke bilez lidar xistin. Di wê civînê de biryar hat dayîn ku bendên peymanê bi lezgînî bikevin warê cîbicîkirinê. Di vê çarçoveyê de, Tirkiye û Pakistanê biryar dan ku hêza leşkerî, sîstemên parastina asmanî û tîmên pispor bişînin xaka Erebistana Siûdiyê, da ku sazî û navendên stratejîk ên wî welatî biparêzin.