Hakan Fîdan nûçeyên şandina hêza leşkerî bo Erebistana Siûdî red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê red kir ku welatê wî hêza leşkerî ji bo êrîşkirina ser Hûsiyên Yemenê bişîne Erebistana Siûdî û tekez kir ku Peymana Mekeyê tenê ji bo berevaniyê ye.

Ajansa France-Presse (AFP) vê êvarê Pêncşem, 8ê Cotmeha 2026ê, ji zarê Hakan Fîdan ew nûçe, gotgotk û zanyar red kirin ku qaşo Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê biryara şandina hêza leşkerî ji bo Erebistana Siûdî û tevlîbûna di şerê li dijî çekdarên Hûsiyan ên Yemenê de dabe. 

Fîdan ragihand ku Tirkiye ti hêzeke leşkerî ji bo êrîşkirina ser Hûsiyên Yemenê naşîne Erebistana Siûdî. Herwesa piştrastî jî da ku welatê wî ti hêzekê ji bo şer û êrîşkirinê naşîne ser axa ti welatekî dî.

Di derheqa 'Peymana Berevaniyê ya Mekeyê' de jî, ku di Tebaxa îsal de di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatibû îmzakirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got: "Ev peymanek e berevaniyê ye û li gorî naveroka wê, êrîş li ser her welatekî vê peymanê bê kirin, divê welatên dî yên wê peymanê di berevaniyê de piştgiriya wî welatî bikin, ne ku peymaneka êrîşkirina be."

Axaftinên Hakan Fîdan di demê de ne ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê naveroka civîneke berevaniyê belav kiribû, ku 5ê vê mehê li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hatibû kirin, û di nav de behsa wê yekê hatibû kirin ku di çarçoveya Peymana Berevaniyê ya Mekeyê de Tirkiye amadekariya şandina hêza leşkerî ji bo Erebistana Siûdî dike û pêngavên giring ji bo dezgehîkirina wê peyamnê hatine avêtin.