Bazirganiya Herêma Kurdistanê: Ji ber giranbûna dolarî berhemê navxweyî bi kar bînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ligel bilindbûna nirxê dolarî li beranberî dînarê Îraqî, Birêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan dike ku li şûna kelûpelên hawirdekirî berê xwe bidin kirîna berhemê navxweyî, û tekez dike ku ev pêngav hem xerciya ser milê welatiyan kêm dike û hem jî rêyê li çûna derve ya dolarî digire.
Birêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê Newzad Şêx Kamil îro Pêncşem, 8ê Cotmeha 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Di demekê de ku nirxê dolarî bilind bûye û kelûpelên hawirdekirî bargiraniyê li ser berîka welatiyan peyda dikin, pêdivî ye em hişyariya bikaranîna berhemê navxweyî bikin çand, çi ew berhem spiyatî bin an jî keskatî, fêqî û xwarin bin, daku bi kêmî ve ew pereyê li berdestê me di navxwe de bê bikaranîn û pêdivî neke şandina dolarî bo derve ji bo kirîna wan kelûpelan, ji ber ku ji ber bilindbûna nirxê dolarî li ser welatî û bazirganan jî gelek giran radiweste."
Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber bilindbûna nirxê dolarî, kirîna berhemê navxweyî çêtirîn vebijêrk e, ji ber ku hem ji aliyê kalitiyê ve çêtir e, hem xerciya wê kêmtir e û welatî ji aliyê nirxî ve rasterast feydeyî jê werdigirtin, hevdem cotkar û berhemînerên navxweyî jî qezenc dikin, bi wê yekê ku berhemên wan pûç nabin û tên firotin, ev jî wesa dike ku ew bêhêvî nebin û ji zirarê bên parastin.
Di derheqa pêngav û paldana kerta Bazirganiyê de jî, Birêveberê Giştî yê Bazirganiyê got: "Me kompanî û marketên xwe pal dane ku parekê ji cihên xwe bo berhemên navxweyî terxan bikin, daku destê welatiyan bi hêsanî bigehe wan û bi kar bînin, berî niha jî me rêzgirtin pêşkêşî wan kompanî û marketan kiriye yên ku berhemê navxweyî kiriye û firotiye."
Newzad Şêx Kamil tekez jî kir: "Wek Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, em li ser helwestê xwe rijd in û em di xizmeta cotkar û berhemînerên navxweyî de ne, ji hemî aliyan ve em dê alîkarên wan bin û her hêsankariyeka di deshilata me de be, em dê pêşkêşî wan bikin, daku berhemê xwemalî cihê kelûpelên hawirdekirî yên giranbiha bigire."
Banka Navendî ya Îraqê duhî Çarşem, 07ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihandibû ku bi hevahengî ligel Encûmena Wezîran û bi piştbestina bi qanûna Banka Navendî, wan biryar daye ku guherînê di nirxê dolarî de bikin daku pêşxistina aborî ya welatî misoger bikin.
Amaje bi wê yekê jî hatibû dan ku ji duhî Çarşemê ve, nirxê kirîna yek dolarî ji Wezareta Darayî dê bi 1500 dînaran be, herwiha nirxê firotina dolarî bo bankan dibe 1510 dînar û nirxê firotina dolarê kaş bo welatiyan jî bi 1520 dînaran hate diyarikirin.