Şanda Îmraliyê li Enqereyê ligel berpirsên bilind ên AK Partiyê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê li bajêrê Enqereyê ligel berpirsên bilind ên Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) civiya û pirsa qonaxa paşerojê ya wê proseyê nîqaş kir.
Li gorî zanyaran, her du endamên Şanda Îmraliyê yên girêdayî DEM Partiyê Pervîn Buldan û Medhet Sancar ligel berpirsên bilind ên Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) civiyan.
Li beranberî wê yekê jî şanda AK Partiyê ji Cîgirê Serokê Giştî Efkan Ala, Serokê Fraksiyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Ebdullah Guler û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk pêk dihat.
Ev civîn bi rengekê girtî û dûrî çavên kamerayan û ragihandinê bi rê ve çû, di nav de rewşa niha ya proseyê, dawîn qonaxa pêşveçûnan û ew pêngavên ku mimkin e di qonaxa paşerojê de bên avêtin hatin behskirin û dîtin û raman li ser li hev hatin guhertin.
Di encama hevdîtinên vê dawiyê yên bo vejandina proseya çareseriyê di navbera aliyan de, zincîra civînan li Enqereyê hatiye destpêkirin. Ev civîn di demekê de ye ku gengeşeya li ser pêngavên qonaxa nû û paşeroja siyasî ya deverê di rojevê de ye.