Di 50 saliya xwecihbûna wan de, Nashville rêzê li civaka Kurdî digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bîranîna 50 saliya gihîştina karwanê yekê malbatên Kurdan bo Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê de, Encûmena Bajarî û Nivîsîngeha Serokê Şaredariya Nashville li wîlayeta Tennessee, bi pêşkêşkirina du belgenameyên fermî yên rêzlêgirtinê pêşwazî li nîv sedsala xizmet, avadanî û xweragiriya civaka Kurdî di wî bajarî de kir.

Li gorî belgenameyên fermî, li roja 1ê Gulana 1976ê koma yekê ya penaberên Kurd gehişt Amerîkayê û li Nashville binecih bû. Niha ew bajar wek mezintirîn navenda civaka Kurdî li tevahiya Amerîkayê tê nasîn û zêdetir ji 20 hezar Kurdan lê dijîn, ku di kertên bazirganî, perwerde, tenduristî û xizmetkariyên giştî de bûne pareka bibandor û serekî ya pêkhateya wî bajarî.

Di belgenameyên rêzlêgirtinê de, tevî bilindnirxandina rolê Kurdan di pêşxistina bajarî de, rêz li mêrxasî û qurbanîdana nifşê yekê hat girtin ku karî ligel avakirina paşerojeka nû, ziman, çand û erf û edetên resen ên Kurdî bo nifşên piştî xwe biparêzin. Hevdem pesna xebat û qurbanîdanên Pêşmergeyên Kurdistanê hat kirin, ku wek hêzeka hevpar li kêleka artêşa Amerîkayê rûbirûyî terorê bûn û efsaneya DAIŞê şikand.

Endamê Encûmena Bajarê Nashville Mike Cortese di derheqa vê rêzlêgirtinê de got: "Ji bo min serbilindî ye ku min karî belgenameya rêzlêgirtinê ji bo bîranîna 50 saliya civaka Kurdî li vê derê li Nashville pêşkêş bikim, ev jî ew kar bû ku me bi rêya pêşkêşkirina belgenameyekê ji Encûmena Bajarî û yeka dî ji Nivîsîngeha Serokê Şaredariyê kir."

Endama Encûmena Bajarê Nashville Zulfat Suara jî ragihand: "Dema em dibînin ku civaka Kurdî çi pişkdariyek di pêşxistina Nashville de kiriye, ev yek gelek bimana ye. 50 sal demeka dirêj e, ji ber wê gelek spasdar im ku Nashville rêzê li civaka Kurdî û hemî xizmetên wê digire û em li hêviya 50 salên dî yên tijî serkeftin in."

Hikmet Bamernî, ku yek ji Kurdên kevnar ên xwecihên Amerîkayê ye, ragihand: "Ez di sala 1976ê de hatime Amerîkayê û ev 50 sal in ku wz li vê derê dijîm, ez spasiya hemî revenda Kurdî dikim. Xelkê me her dem Kurdpewer e, xizmeta welatê xwe dikin û hezkirineka bêdawî bo gelê xwe heye."